Li Zummarê dengê teqînê li baregeha Heşda Şebî

16-04-2022
RÛDAW
Heşda Şebî
Heşda Şebî
Nîşan Kurdistan Zummar Teqîn Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dengê teqînekê li baregeheke Heşda Şebî ya di navbera gundê Barzankê û Birdiye de ku tenê 10 kîlometran dûrî sengerên Pêşmergeyan e hate bihîstin.

Rêveberê nahiyeya Zummarê Ehmed Gergerî ji Rûdawê re got, “Rast e dengê teqînekê hatiye û çekdarekî Heşda Şebî jî birîndar bûye lê heta niha ne diyar e ku bûyer çawa çê bûye.”

Çavkaniyekî agahdar li Zummarê ji Rûdawê re axivî û got, "Duh bi şev saet di 21:00an de li baregeheke Heşda Şebî dengê teqînekê hat û berpirsê jûra operasyonên wan ji me re got, bi firokeyeke bêmirov a keşfê em hatin bombebarankirin."

Her wiha Jûra Operasyonên Nînowayê anî ziman, "Teqîn bi bombeyeke ronîkirinê li baregeheke Heşda Şebî bûye."

Çavkaniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Rûdawê re got, "Ji Til Eferê hejmareke zêde ya Heşda Şebiyê hatine şandin bo cihê bûyerê û artêşeke Iraqê jî hatiye cihê bûyerê."

Her wiha wî çavkaniyî anî ziman, "Heşda Şebî bi niyet bû zeviyên petrolê yên di bin kontrola Pêşmergeyan de bi firokeyeke bêmirov bike armanc lê berî ku li hedefê bixin, firoke di destê wan de teqiya."

Şeva borî çapemeniya ewlekariyê ya Iraqê diyar kiribû ku li devera Zummarê ya ser bi parêzgeha Nînowayê ti baregeheke Heşda Şebî nehatiye bombebarankirin lê dibe ku di nava baregeheke mobîlîzasyona eşîran de bombeya çekdarekî teqiyabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst