Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîro ya Meletî ya Bakurê Kurdistanê li dijî avahiya Partiya DEVAyê ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşa çekdarî hat kirin. Hate diyarkirin ku di êrîşê de kuştî û birîndar çênebûne.
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan nûçeya êrîşê ragihand.
Alî Babacan li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Li dijî avahiya navçeya me ya Şîro (Puturge) ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşa bi çekê hat kirin. Ez hêviya derbasîbûnê ji serokên rêzdar ên parêzgeh û navçeyan û hemû hevalên xwe yên rêxistinê re dixwazim.Em ê vê êrîşa ku li ser partiya me û demokrasiyê hatiye kirin, bişopînin.”
Kimliği belirsiz kişilerce Pütürge ilçe binamıza silahlı saldırıda bulunulmuştur. Değerli il ve ilçe başkanlarımıza ve tüm teşkilat mensubu arkadaşlarımıza geçmiş olsun dileklerimi iletiyorum.
— Ali Babacan (@alibabacan) April 15, 2022
Partimize ve demokrasimize yapılan bu saldırının takipçisi olacağız.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse