Di sê rojan de 9 kolber hatine birîndarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di sê rojên borî de nêzîk 9 kolberên xelkê bajarên ser bi parêzgehên Sine, Kirmaşan û navçeyên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê bi teqeyên hêzên serbazî yên Îranê hatine birîndarkirin.

Li gor rapora Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, di çar rojên derbasbûyî de 6 kolber hatine birîndarkirin, lê Rêxistina Hengaw a Mafên Mirov belav kiriye ku di rojên Sêşem, Çarşemb û Pêncşemê yên hefteya borî de 8 kolber hatine birîndarkirin.

Li gor rapora Hengaw, di rojên dawî yên hefteya borî de du kolberên xelkê Ciwanro bi navên Nebî Esedî û Yehya Rûstemzade li navçeya sînorî ya Newsud hatine birîndarkirin. Tora Mafên Mirov a Kurdistanê jî belav kiriye ku roja Sêşemba borî, grûpeke kolberan li navçeya Newsud hatine armancgirtin û sê kolber bi navên Arman Mistefazade, Selam Ezemî û Ferzad Îmamî hatine birîndarkirin ku hemû xelkê Pawe bûne.

Serê sibeha heman rojê kolberekî din bi navê Feryad Edak ê xelkê gundê Jîwar ser bi bajarê Sewlawa birîndar bûye. Roja Çarşembê, du kolberên din bi navên Yehya Rustemzade xelkê Ciwanro û Mihemed Mewludî xelkê xelkê bane li navçeyên sînorî yên Newsud û Hengejalî yên Bane hatine birîndarkirin.

Kolber çîneke kêm dahat ên xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne ku ji ber nebûna derfeta kar û çavkaniyên dahatê, li beramber hinek pere, kel û pelên xelkên din li ser pişta xwe di sînor re vediguhêzin. Hikûmeta Îranê jî karê kolberan wek neyasayî dibîne. Salane bi dehan kolber di bûyerên cuda yên wek teqekirin, ketina xwarê ji ser çiyayan, bûyerên trafîkê, sir û sermayê de birîndar dibin an canê xwe ji dest didin.