Serok Barzanî: Hêvîdar im Cejna Qiyamê bibe wesileyê kûrkirina ferhenga pêkvejiyanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir û tê de got: “Hêvîdar im Cejna Qiyamê bibe wesileyê kûrkirina ferhenga pêkvejiyanê.”

Serok Mesûd Barzanî îro Şemiyê 16ê Nîsana 2022yan  peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir û tê de  pîrozbahî li Mesîhiyên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir. 

Di peyama xwe de Mesûd Barzanî dibêje: “Bi boneya hatina cejna Qiyamê yê Hezretî Mesîh (silavên Xwedê lê bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî xwişk û birayên Kirîstiyan li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.”

Barzanî got: “Hêvîdar im ev bone bibe sedema kûrkirina ferhenga pêkvejiyan, biratî, tebayî û aramiyê û rîşekêşbûna hizra teror û tundrewiyê, herwiha xwişk û birayên Kirîstiyanî û tevahiya pêkhateyên olî û netewî yên din li Iraq û herêm bi aştî û azadî bi hev re bijîn.”