Li hezar û 500 gundên Loristanê pirsgirêka avê heye

16-04-2022
RÛDAW
Nîşan Loristan Pirsgirêka Avê Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hezar û 500 gundên parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê îsal pirsgirêka ava vexwarinê hene. Di demekê de ku her sal 13 milyar û 500  milyon metre sêca ava Loristanê bo parêzgehên navenda Îranê tê veguhestin.

Rêveberê giştî yê av û averoyên parêzgeha Loristanê ev amar û zanyarî piştrast kirine. Saziyên Dewleta Îranê dibêjin “Îsal ava jêrzevî ya Loristanê %76 kêm bûye. Asta wê avê 2 metre daketiye. Ava bendavan jî 16  milyar metrê sêca kêm bûye.”

Loristan piravtirîn parêzgeh e li ser asta Îranê. Lê îsal gelek kêm baran lê bariye. Veguhestina avê ji wê parêzgehê ve bo navenda Îranê jî her wek salên berê berdewam e.

Eger pirsgirêka ava vexwarinê ya gundên Loristanê neyê çareserkirin, wê ajeldarî û çandinî bikeve metirsiyeke ciddî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst