Wezaretên navxwe yên Herêma Kurdistan û Iraqê têkildarî êrişa Hewlêrê daxuyaniyek hevbeş dan

16-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezaretên navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê derbarê êrîşa ser Hewlêrê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ragihandin, bi fermana serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê, komîteyeke lêkolînan dest bi lîkolînan kiriye ji bo dîtina tawanbaran û cezakirina wan.

Di daxuyaniyê de hatiye, êrîşên vê dawiyê li ser Hewlêr û navçeyên din, êrîşên terorîstî ne û armanca wan têkdana asayîşa civakî ye.

Wezaretên navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dibêjin, êrîş hewleke şikestî ye ji bo têkdana pêşveçûnên vê dawiyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi taybetî hemahengiya ewlekarî.

Herdu wezaret amaje bi wê yekê jî dikin, ku hemahengî û hevkariya wan berdewam dibe ji bo parastina aramî û asayîşa welatiyan û rûbirûbûna wan aliyên ku vê rewşa ewlekarî têk didin.

Derdora demjimêr 09:50 şeva 14ê Nîsanê êrişek li dijî Fiorkexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan.

Hevpeymaniya Navdewletî her şev ragihand, ku êrişa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi rêya firokeya bêpîlot (dron) hatiye encamdan. Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Wayne Marotto derbarê êrişê de ji Rûdawê re ragihan, “êriş bi dronê hatiye kirin û ji ber êrişê agir li depoyekê ketiye.”

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî da xuyakirin, “piştî lêkolînên dezgehên pêwendîdar derket holê ku êrîş bi rêya droneke TNTkirî hatiye encamdan û arasteyî bingeha hêzên Hevpeymanan a li nav firokexaneyê hatiye kirin.”

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, jibo diyarkirina çavkanî û cihê hatina dornê lêkolîn berdewam in.

Serokê Herêma Kurdistanê ev êriş weke êrişeke terorîstî bi nav kir û ragihand: “Dubarebûna van êrîşan bo çend caran, pêwîstî bi helwêsteke cidî heye û divê Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hemahengî û alîkariya di navbera xwe de zêdetir bikin ji bo rûbirûbûna wan grûpên ku li pişt van êrişan e û sînorekî yekcarî ji wan re bê danîn, da ku careke din aramî û asayişa welat nexin metirsiyê û rewşê aloztir nekin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî têkildarî êrişa şeva bihorî peyamek belav kir û tevî bi tundî şermezarkirina wê “êrişa terorîstî” ragihand: “Her grûpeke çekdar ku di çarçoveya hêzên ewlekariyê yên fermî yên Iraqê de nebe, divê yekser ji sînorê Herêma Kurdistanê vekişin.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Di rojên bê de, ez dê li gel hevbeşên me li Iraq û Civaka Navdewletî li ser rêkarên cîbicîkirina vê gavê gotûbêjan bikin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst