Selçuk Mizrakli weke Şaredarê Amedê dest bi kar bû

Amed (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli belgenameya xwe wergirt û îro weke şaredar dest bi kar kir. Lê belê Desteya Bilind a Hilbijartinan belgename neda Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Hulya Alokmen Uyanik.

 

Piştî derbasbûna 16 rojan bi ser hilbijartinên şaredariyan re, îro Sêşemî Berbijêrên HDPê yên ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Selcuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik serî li ofîsa Desteya Bilind a Hilbijartinan a Amedê dan.

 

Di vê serdanê, Selçuk Mirzakli belgenameya xwe ji YSKê wergirt, lê belê YSKê bi hinceta ku bi biryara KHKê ji kar hatiye dûrxistin, belgename neda Hulya Uyanikê.

 

Piştre Selçuk Mizrakli di daxuyaniyeke rojnamevanî de eşkere kir, ku berbijêrên serkevtî di hilbijartinên şaredariyan de pêwîst bû 1ê Nîsanê belgenameya xwe wergirin lê belê ji bo berbijêrên hinek şaredariyên HDPê dana belgenameyan hate paşxistin û astengî li pêşiya wan çê kirin.

 

Mizrakli li hember nedana belgenameyê bi Hulya Uyanik nerazîbûn nîşan da û got, ew yek nedadperwerî ye û ew vê yekê qebûl nakin.

 

Mizraklî herwiha destnîşan kir, ku ew dê berdewamiyê bidin pergala hevşaredariyê û tekez kir ku dê li hemû şaredariyên ku HDPê bi dest xistine, pergala hevşaredariyê hebe.

 

Hulya Uyanik jî derbarê biryara YSKê de ku belgename neda wê, got: “Me belgenameya xwe di 31ê Adarê de ji gelê xwe wergirt.”

 

Duh Duşemiyê jî Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk piştî 15 rojan belgenameya xwe ji YSKê wergirtibû û bi fermî weke şaredar dest bi kar kir.