Nêçîrvan Barzanî derbarê şewata Norte Dame de peyam da

16-04-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Fransa Norte Dame Cathedral
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe di derbarê şewata Katedrala Notre Dame de ragihand.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di twîtekê de hevxemiya xwe li gel xelkê Fransyê di derbarê bûyera agirpêketina li katedrala dîrokî ya Notre Dame de Paris de ragihand.

 

Nêçîrvan Barzanî di twîtta xwe de nivîsandiye ku ew hevsoziya xwe ji bo xelkê Parîsê bi taybetî û Frensayê bi giştî di vê dema zehmet de radigihîne.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî herwiha balê dikşîne ser pêgeha dîrokî ya wê katedralê û dibêje, ew dever cihekî kulturî û dîrokî ye li Fransa û tevahiya cîhanê.

 

Di peyama xwe de Serkwezîrê Herêma Kurdistanê wiha gotiye: “Hevxemiya xwe bo xelkê Parîsê û Fransayê bi giştî tînim ziman, ev demeke zehmet e ku katedrala Norte Dame, agir li cihekî kulturî yê bêhempa yê Fransayê û cîhanê ketiye.”

 

Şeva bihorî agir li bînaya dêra dîrokî ya Norte Dame Cathedral a Parîsê ket û beşeke mezin a wê şûnwarê dîrokî di bûyerê de şewitî.

 

Serokê Fransayê Emmaneul Macron berî kontrolkirina agir li wê bînaya dîrokî, di daxuyaniyekê de xemgîniya xwe anî ziman û got, ew dê katedralê nûjen bikin.

 

Tîmên taybet ên agirvemirandinê bi hewldaneke zêde û piştî 9 demjimêran, karîn agirê li bînaya katedrala dîrokî ya Norte Dame kontrol bikin û nehêlan avahî bi temamî bişewite, lê belê birca katedralê û banê wê ji ber şewatê herrifîn.

 

Di derbarê sedema derketina agir de hêj ti hûrgilî û zanyarî nehatine belavkirin, lê belê berpirsên Parîsê dibêjin, dibe ku şewat ji ber karê nûjenkirina katedralê derketibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst