Galeriya wêneyan

16-04-2018
24 Photos
Hejar Jawhar

Hewlêr (Rûdaw) Roja 15ê Nîsanê li Herêma Kurdistanê proseya propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir, ku biryar e hilbijartin roja 12ê Gulanê birêve biçin.

 

Hewlêr paytext û navenda siyasî ya Herêma Kurdistanê ye û hejmara şêniyên wî nêzîkî milyonek û 750 hezar kes in. Di hilbijartinên pêş de li Hewlêrê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi cudahiyeke mezin piraniya dengan bidet xist.

 

Ji bo hilbijartinên îsal li Hewlêrê 161 namzedên ji çend lîsteyên cuda ji bo bidestxistina 15 kursiyan rikberiyê dikin, ku yek ji wan kursiyan jî yê kotaya Xiristiyanan e.

 

Parêzgeha Hewlêrê dikeve naverastê Herêma Kurdistanê û parêzgehên Silêmanî, Kerkûk û Duhokê bi hev ve girêdide.

 

Hewlêr di sala 1984ê de weke “paytexta Kurdistana otonom” hate ragihandin. Piştî Raperîna mezin a sala 1991ê jî Hewlêr weke paytexta fermî ya Herêma Kurdistanê hate naskirin.

 

Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, li parêzgeha Hewlêrê milyonek û 194 hezar û 592 dengder hene û li Parlamentoyab Iraqê 15 kursî ji bo Hewlêrê hatiye terxankirin.

 

Di hilbijartinên 30 Nîsana 2014ê de li Hewlêrê PDKê 7 kursî, YNKê 4 kursî, Komela Îslamî 2 û Tevgera Goran jî 2 kursî bidest xistin.