Li Cenevre lûtkeya aliyên kurdî

Pirsûs (Rûdaw) – Tê pêşbînîkirin Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Cenevre ya Swîsreyê bicivîn.

Rêvebirê ENKSê Mistefa Henifî ji Rûdawê re diyar kir, şandeke wan ku ji 3 kesan pêk tê, li ser vexwendina Saziya Mehed Ed Tekurdan û Demokratîk çûye Cenevreyê.

Henifî wiha got: “Ew şand ji Serokê ENKSê Tahir Sefuk, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Siûd Mele û Endamê Poliburoya Partiya Paşverî Ehmed Silêman pêk tê. Armanca wê civînê ew e ku, mercên rêkeftina Dihokê pêk were û pirsgirêkên di navbera ENKS û TEV-DEMê de were çareserkirin.”

Henîfî diyar kir ku şanda ENKSê di civîna Saziya Mehed Ed Tekurdan û Demokratîk de ev daxwaz kirine:

“Leşkeriya neçar were rakirin. Kesên ku temenên wan ji 18ê biçûktir nebin leşker. Hilbijartinên Kantona Cizerî were dubarekirin. Herwiha girtî bên berdan.”

Henifî anî ziman ev hêvî dikin ku ji wê hevdîtinê encamek baş derbikeve û da zanîn  Saziya Mehed Ed Tekurdan û Demokratîk dê demekê nêzîk de hevdîtine ligel TEV-DEMê jî pêk bîne.

Rêvebirê ENKSê got dibe ku ev li Cenevreyê hevdîtineke ligel TEV-DEMê jî bikin.

Bi banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Cotmeha 2014an li bajarê Dihokê di navbera ENKS û TEV-DEMê de peyamek hatibû îmzekirin.

Lê mercên pêyama Dihohekê jî wekî ya 2012an a Hewlêrê ne hatine bicihkirin.

PYD li Rojavayê Kurdistanê di sala 2014an de ki Cizerî 21ê Çileyê, li Kobanî 27 Çileyê û li Efrînê jî 29 Çileyê reveberiya kantonê raihandibû.