Ser medyaya civakî Kalkan bû mijara nivîskarên kurd

Amed (Rûdaw) – Nivîskarên kurd ên ku kurdî dinivîsin, li hemberî gotinên Endamê Komiteya PKKê Duran Kalkan bertekên xwe dan nîşandan. 


Gotinên Kalkan ên derbarê kurdî li ser medyaya civakî bû mijara nivîskarên kurd.


Nivîskarên kurd ên tê nasîn, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî henekên xwe li Duran Kalkan kirin û bertekên xwe anîn zimên.
Hin nivîskarên kurd wiha gotin: 


İbrahim Seydo: Min ji ber peyvên Dûran Kalkan fedî kir.. Ne bi tenê xelkê derve, êdî yên nava me jî dev diavêjin zimanê me.


Lokman Ayebe: Zimannas Duran Kalkan (ew kesê ku çil sal e di nava partiya kurdan de ye û hîn fêrî peyveke kurdî nebûye) weha dibêje.. 


Husên Duzen: neyarên kurdan î sûndxwarî, bi nûnerên xwe van tiştan didin gotin


Hamid Omerî: Ji yên ku ji ber gotin û rexneyên min yên derbarê kevirê Aysel Tuglukê de wek kom û êl bi heqaretan bi ser min de hatibûn û min bi dijminatiya gelê Kurd sûcdar kiribûn re pirsek min heye: Gelo destûra we heye ku ez bo gotinên ilmî û afirîner yên Duran Kalkan du sê kelaman bikim? 


Devliken Kelogirî: Di der heqê jiyana ekolojîk û mekolojîk û pinpinokojîk de bipeyive...Di der heqê tirkî, tirkiyiyetiyê de bipeyive...
Pesnê Kemalîzmê bide


Mihemd Şarman: Ez Duran Kalkanê bi zimanê xwe dixwazim. 


Ciwanmerd Kulek: Duran Adam dîsa daye navê. Sî sal e dûrmîş dike, piçek hewil bidaya, bigota "mejiyo ez bi qurbano", ne tev jî bûya belkî qet nebûya lehçeyeke Kurdî hîn bibûya


Duran Kalkan çi gotibû?


“Li Başûrê Kurdistanê çend zaravayên kurdî hene û çend komên xelkên cuda hene. Kurd jî ne yek in: Behdinî û soran hene. Soranî jî û behdinî jî zaravayên kurdî ne. Herwiha dê çawa di zimanekê neteweyî de biben yek?”