Mamê Mewlûd malpereke nêzîkî PYDê derewand

16-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Mamê hemwelatiyê Rojavayê Kudistanê yê bi navê Mewlûd Nezîr Hac Yûnis ku roja duşemê li sê goşeya navbera Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê bi guleyekê hat kuştin, Sadiq Hac Yûnis nûçeya malpereke nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) derewand.

Malpereke nêzîkî PYDê bi navê “hawarnews” li ser zarê Sadiq Hac Yûnis wiha nivîsandiye: “Piştî ku em ji komîteya têkiliyan (rêveberiya deriyê Pêşabûrê) derketin, peyamnêrê Rûdawê berve min hat û ji min xwest ez bêjim Mewlûd ne ji aliyê pêşmerge ve hatiye kuştin”.

Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo derxistina rastiya wê nûçeyê telefona Sadiq Hac Yûnis li gundê Zihêriyê yê Rojavayê Kurdistanê kir û wî di bersivê de nûçeya wê malperê derewand.

Sadiq wiha ji Rûdawê re got “Li ser sînor peyamnêrê Rûdawê telefona min kir û xwest ez daxuyaniyekê bidim, lê min jê re got qisûra min efû bike ez westiya me û ez nikarim biaxifim”.

Sadiq herwiha got “Peyamnêrê Rûdawê ji min re negotiye filan tiştî bêje û bi tenê xwest ez daxuyaniyekê bidim, lê min jê re got ez westiya me û nikarim tiştekî bêjim”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst