Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku Komkujiya Helebceyê bi awayekî fermî nas bike.
37 sal di ser Komkujiya Helebceyê re derbas bûn.
Bi minasebeta 36emîn salvegera jenosîda Helebceyê, partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê li bang li NYyê kir ku êrişa kîmyayî ya li ser bajarê Helebceyê wekî jenosîdê nas bike.
16ê Adara 1988an, rejîma Îraqê ya Sedam Husên êrişeke kîmyayî li ser bajarê Helebceyê yê pêk anî û ji ber wê êrişa hêrî kêm 5 hezar kes şehîd ketin.
Partiyên Siyasî yên Bakkurê Kurdistanê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) li Ameda Bakurê Kurdistanê bi daxuyuaniyekê şehîdên Komkujiyê Helebceyê bibîranîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Balafirên şerî yên rejîma kolonyalîst a Seddam Husên, di 16ê Adara 1988ê de Helebce bi çekên kîmyayî ve bombebaran kirin.
Di vê qetlîamê de zêdeyî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Pirê wan zarok, jin, kal û pîr bûn. Bi deh hezaran kes jî birîndar bûn û gelek jê seqet man.
Armanca wê êrişa roja 16ê Adarê ya bi çekên kîmyayî, qedandina hemû jîndar û jîndariya li Kudistanê bû. Jenosîda Helebceyê, xelekek e ji jenosîda Kurdan e.
Qirkirina Helebceyê beşek ji operasyonên Baasê bû.
Wekî ku berpirsên rejimê jî wî sûcê xwe pejirandibûn û gotibûn, armanca Operasyonên Enfalê, tunekirina Kurdan û Kurdistanê bû. “
Di beşekî din ê daxuyaniyê de bang li NYyê jî hat kirin û wiha hat gotin:
“Em bi vê minasebetê bangî Saziya Neteweyên Yekbûyî dikin! Divê Saziya Neteweyên Yekbûyî, komkujiya Helebceyê bi awayekî fermî nas bike, bipejirîne û wekî komkujiyeek dijî mirovatiyê pênase bike.
Em di 37emîn salvegera qirkirina Helebceyê de, hemû berpirsiyar û alîgirên vê qirkirinê careke din şermezar dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse