Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê Îraq pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê bi cîh bîne.
Nêçîrvan Barzanî di 37emîn salvegera Komkujiya Helebceyê de got:
"Eger dadperweriyeke rasteqîn hebûya, karesata Helebceyê bes bû ji bo nasîna mafên gelê Kurdistanê."
Serokê Herêma Kurdistanê di 37emîn salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de peyamek belav kir.
Roja 16ê Adara 1988an, hikûmeta wê demê ya Îraqê bi çekên kîmyawî êrişî Helebceyê kir.
Ji ber wê êrişa hovane bi kêmanî 5 hezar hemwelatî şehîd bûn, beşek ji xelkê jî ji ber bandora çekên kîmyawî ya li ser wan, rastî nexweşiyên curbicur bûn û heta niha jî şopa nexweşiyan li ser wan maye.
Nêçîrvan Barzanî behsa Komkujiya Helebceyê kir û got:
"Helebce bûye hêmayeke cîhanê ji bo sitemkariya gelê me û şahidek ji bo hovîtiya wan tawanên ku li dijî wî hatin kirin.
Eger dadperweriyeke rasteqîn hebûya, ev karesat bi tenê bes bû ji bo nasîna hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê.
Divê xerc û ziyanên xelkê Helebceyê û hemû qurbaniyên jenosîd û Enfalê bên qerebûkirin û di hemû waran de xizmetguzariyên herî baş ji wan re bê pêşkêşkirin."
Nêçîrvan Barzanî tekeziyê li ser vê yekê dike ku erkê Hikûmeta Îraqê ye ku berpirsyariya xwe ya yasayî û exlaqî li hember qurbaniyan û hemû sozên xwe yên derbarê Helebce û şêniyên wê de pêk bîne û dadperweriyê ji wan re bicîh bîne.
Serokê Herêma Kurdistanê bang li Hikûmeta Îraqî kir ku pêvajoya parêzgabûna Helebceyê di demeke nêzîk de bi cîh bîne.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku pêwîst e civaka navneteweyî jî di hewlên xwe yên ji bo piştrastkirina dubarenebûna van cure tawanan li her devereke cîhanê de bidomîne.
Sala 2013an serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, projeyasaya bi parêzgehbûna Helebceyê pêşkêşî serokwezîrê wê demê yê Îraqê Nûrî Malikî kir û di Encûmena Wezîran de hate pejirandin.
10 sal paşê û di kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de, projeyasayeke çar madeyî şand Parlamentoya Îraqê û di rûniştinekê de bi serokatiya Şaxewan Ebdulla, xwendina yekem jê re hate kirin lê ji ber dijayetiya aliyên Îraqî, dengdan li ser projeyasayê çend caran hate paşxistin.
Her çiqas Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 13-03-2014an ve biryara bi parêzgehbûna Helebceyê derxistiye lê astengiyên Îraqê bûne sedem ku çaremîn parêzgeha Herêma Kurdistanê bê naskirina Bexdayê û budceya taybet bimîne.
Îsal di salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de, hikûmeta Îraqê ji bo cara yekem 16ê Adarê kir betlaneya fermî lê ew jî di bin navê "Salvegera sûcên Beasê li dijî gelê Îraqê" ku ji bilî kîmyabarana Helebceyê, Enfal, serhildana Şîeyan, armanckirina partiyên wan û terora zanayên ayînî yên Şîe jî tê de cih digirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse