Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê got, “Ji bo ku li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Kurdistanê komkujî xelas bibin banga Birêz Ocalan derfeteke dîrokî ye.”
Rejîma wê demê ya Îraqê 16ê Adara 1988an bi çekên kîmyawî êrişî Helebceyê kir.
Ji ber wê êrişa hovane bi kêmanî 5 hezar Kurd şehîd ketin, gelek kes jî ji ber bandora çekên kîmyawî ya li ser wan, rastî nexweşiyên curbicur hatin û heta niha jî şopa nexweşiyan li ser wan maye.
Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê bi rêya hesabê xwe yê Xê diyar kir ku “Êşa komkujiya Helebceyê hîn jî teze ye” û got:
“Di salvegera birîna Helebceyê ya ku nakewe de, ji bo ku li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Kurdistanê komkujî xelas bibin banga Birêz Ocalan derfeteke dîrokî ye.”
Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.
“Divê mirov xwe ji bin bar nede alî”
Leyla Zanayê diyar kir ku ev banga Abdullah gelekî girîng e û li pey çû:
“Kurdên ku li hemberî komkujiyan, mirinê, zorî, zext û gefan çok nedaniye, îro jî bo aştiyeke birûmet û mayînde biryardariya xwe didomînin.
Bi rêz, rehmet û spasdarî kesên ku li Helebceyê hatine qetilkirin bi bîr tînim. Ji bo ku ev êş careke din neyên dîtin, divê mirov xwe ji bin bar nede alî.
Her çi qasî avakirina ji nû ve zehmet be jî rêya herî rast ev e.
Ked, xebat, hewldan, wêrekî û biryardariyê dixwaze. Ji desthilatê heta mixalefetê, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hewcedarê her kesî, me hemûyan e.”
“Aştî bereket e”
Siyasetmedara Kurd bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kir ku bi berpirsiyariya xwe rabin û got:
“Ev berpirsiyariya me ya hevbeş e. Aştî bereket e. Jiyan e.”
Otuz yedi yıl önce tüm dünyanın tanıklığında gerçekleşen ve soykırım niteliği taşıyan Halepçe katliamının acısı hâlâ taze!
— Leyla Zana (@leylazanainfo) March 16, 2025
Kapanmayan Halepçe yarasının yıldönümünde, Ortadoğu ve Kürdistan coğrafyasında katliamların son bulması için Sayın Öcalan’ın çağrısı tarihsel bir fırsattır.…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse