Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Dorrell li ser rewşa Sûriyeyê axivîn.
Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Dorrell re hevdîtinek kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand:
"Di civînê de pêwendiyên Fransayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û çawaniya xurtkirina hevkariya di navbera wan de hatin gotûbêjkirin.
Her wiha derbarê rewşa giştî ya Îraqê û pêşhatên dawî yên li herêmê, bi taybetî jî li ser rûdanên li Sûriyeyê bîr û ra hatin îfadekirin.”
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanîna xwe ji bo piştgiriya berdewam a Fransayê ya ji Îraq û Herêma Kurdistanê re diyar kiriye.
Nêçîrvan Barzanî her wisa bal kişandiya ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên her du aliyan ên di hemû waran de.
Li aliyê xwe, Balyozê Fransayê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn û "ducare kir ku welatê wî dê piştgirîkirina Îraq û Herêma Kurdistanê bidomîne.”
Divê were gotin ku Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yan Brem jî li civînê amade bû.
#VÎDEO - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Dorrell hevdîtinek kir pic.twitter.com/kdjxi1C11O
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 16, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse