Wan di Newrozê de xwe ji geştyarên Îranê re amade dike

16-03-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Newroz Geştyarên Îranî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna her du cejnên Newroz û Remezanê esnafên parêzgeha Wanê ji geştyarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hêvîdar in ku bazarê geş bikin.

Piştî asayîbûna deriyê sînor ê di navbera Wan û Rojhilatê Kurdistanê de hatina geştyaran jî zêde bûye û vê yekê bandoreke erênî li aboriya bajêr kiriye.

“Çavên me li geşyarên Îranê ne

Esnaf Umut Çelik got, “Em difikirin her du cejnê bi hevre bikin.

Çavê me li wan geştyaran e ku dê ji Îranê bên.

Cejna Newrozê jî heye û hêviya me zêde ye ku dê bazar baş bibe.”

Li parêzgehê di çarçoveya bêhnvedana cejnan de dê çalakiyên civakî bên sazkirin.

Herwiha festîvaleke bi navê Shopping tê kirin ku bihayê kelûpelan tê kêmkirin û dê heta 5ê Nîsanê berdewam bike.

“Kengî derfetek çêdibe em tên Wanê”

Geştyarê ji Îranê Jalil Bayram anî ziman, “Ez li Bodrum û cihên din jî geriyam lê Wan nêzîk û xweş e.

Tenê ji bo xwarina donerê bixwin hinek kes tên vê derê. Kengî derfetek çêdibe em tên Wanê.

Ji Tehranê, Tebrîzê heta ji hezar û 800 kîlometreyan dûr xelk tê Wanê.”

Li gorî amarên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê di nav du mehên îsal de hejmara geştyaran gehiştiye 150 hezar kesan, wate li gorî sala borî 2 qat zêde bûye.

Herwiha tê armanckirin ku heta dawiya salê ev hejmar bigihîje yek milyon geştyar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst