Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di çarçoveya hilbijartinên şaredariyê de li parêzgeha Rihayê beşdarî şahiya ciwanan bû û komkujiya Helebceyê bi bîr anî.
Omer Ocalan li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ya beşdarî şahiya ciwanan a partiya xwe bû.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axaftina xwe ya di şahiya ciwanan de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.
Herwiha Ocalan di axaftina xwe de behsa coşa Newrozê kir û ji bo salvegera komkujiya Helebceyê şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.
“Em bejna xwe li ber şehîdên Helebce û hemû Kurdistanê ditewînin”
Omer Ocalan got, “Welatekî ku em herinê tune. Me ji bo vî welatî berdêleke giran daye.
Serokên vî miletî ji bo vî welatî berdêleke giran daye.
Heya ku em bi ser bikevin dê têkoşîna me berdewam bike.
Li aliyekî kelecana Newrozê, li aliyê din jî di 16ê Adara 1988an de li Helebceyê li hemberî gelê Kurd komkujiyeke mezin hat meşandin.
Em bejna xwe li ber şehîdên Helebceyê, li ber şehîdên Hemû Kurdistanê ditewînin.
Em dê rêya wan bişopînin, em dê tekoşîna wan bişopînin.”
“Çareserî aştiyeke birûmet e”
Herwiha Omer Ocalan ji bo aştiyê bangî Tirkiyeyê kir û wiha pê de çû:
“Bangewaziya me ji dewleta dagirker re ye; çareseriya rasteqîn ne şer e, ne gurkirina şer e, çareserî aştiyeke birûmet e.
Çareserî hevdîtina bi birêz (Abdullah) Ocalan re ye.
Dema ku bi birêz Ocalan re hevîdtin çêbibe, aştiyeke birûmet dê were ser erdnîgariya Kurdistanê.
Ji bo wê em dibêjin werin çareseriyeke mezin bi Kurdan re pêk bînin, hevdîtinê bi Kurdan re pêk bînin bila aştî were ser vê axê.”
Me îro bi ciwanan re li Wêranşarê şahiya xwe pêk anî. Di meha adarê de, bi tîna Newrozê û bi coş, dînamîzm û hêza ciwanan em bi ciwan û gelê xwe re bûn. Her bijî gelê me yê Wêranşarê, her bijî ciwanên me! pic.twitter.com/p6HpKMo0l0
— Ömer ÖCALAN (@omerrocalan) March 15, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse