Namzedê Partiya Saadetê yê Rihayê: DEM Partî ji emrê Erdogan dernakeve

Hewlêr (Rûdaw) – Resûl Bebe got, “Hikûmetê dewlet xistiye bin emrê xwe û demekê Sedam li Îraqê çi dikir niha ew tişt li me tê kirin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî, AK Partî û Partiya Yenîden Refahê ji bo Rihayê rikeberiyê bikin, herwiha partiyên din jî namzedên xwe destnîşan kiriye û xebatên xwe dikin.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Rihayê ya giştî 2 milyon û 213 hezar û 964 e.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de mafê dengdanê yên milyonek û 251 hezar û 37 kesan heye.

DEM Partiyê jî ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer û Celalettîn Erkmen kirin namzed.

AK Partiyê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul kir namzed.

Herwiha li Rihayê Partiya Yenîden Refahê jî Mehmet Kasım Gulpinarê ku parlamenterê berê yê AK Partiyê bû kir namzed.

Partiya Saadetê jî ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Resûl Bebe kir namzed.

Parêzgeha Rihayê ya ku di statuya Bajarê Mezin de ye xwedî 3 navçeyên navendî û 10 navçeyên derekî ye.

Namzedê Partiya Saadetê yê Rihayê Resûl Bebe bû mêvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Li vir demokrasî nemaye”

Resûl Bebe li ser hilbijartinan anî ziman:

“Rewşa me li Rihayê baş e, heger milet jî dengê xwe bide em dê bi hev re vî bajarî bi rê ve bibin. Milet vê desthilatê naxwaze, bihabûn heye, enflasyon heye.

Milet bi meaşê xwe nikare zarokên xwe xwedî bike, nikare pê karekî bike. Ji sedî 40ê xelkê naxebite, rûniştiye.

Li vir demokrasî nemaye, em hemû ketine bin dest û emrê kesekî. Ji xeynî Rojhilata Navîn li ti welatan hikûmet nebûne dewlet e, vê hikûmetê dewlet xistiye bin emrê xwe û demekê Sedam li Îraqê çi dikir niha ew tişt li me tê kirin. Em dixwazin milet ji vê bindestiyê bifilitînin.”

Resûl Bebe li ser projeyên xwe jî got:

“Berî her tiştî em dê edaletê bînin. Em dê însanên ku dikarin vî karî bike bînin ser kar. Dê xelkê ku li malê rûdine neçe meaşan wernegire.”

“DEM Partî ji emrê Tayyîp dernakeve”

Resûl Bebe îdia kir ku AK Partî û DEM Partî di nava tifaqekê de ne got:

“Niha yê ku digot terorîst û yê ku digot zalim hatine cem hev. Ev xiyanetê li miletê xwe dikin. Dema ku feqîr dengê xwe bide te tu nikarî bi ew ê ku dibêjî zalim e re li hev bikî.

Niha DEM Partî Tayyîp çi dibêje bi ya wî dike, ji bin emrê wî dernakeve. Ji milet re jî dibêje em cuda ne, em bi tenê dixebitin, ew hemû derew in.”

Resûl Bebe li ser bipêşxistina zimanê Kurdî jî da zanîn:

“Em zimanan wekî ayetên Xwedê dibînin. Ji bo ku her kes bikaribe bi serbestî bi zimanê xwe biaxive. Em dixwazin her civak bikare bi zimanê xwe perwerdeyê wergire.”