Qada Newrozê hatibû têkdan: Şandeyeke ENKSyê çû cihê Newrozê

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke ji serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li bajarokê Tirbespiyê çû cihê Newrozê ku hatibû têkdan.

Şandeyeke ji serokatiya ENKSyê îro çû serdana ofîsa xwecihî ya  ENKSyê ya li bajarokê Tibespiyê.

Şandeya serokatiya ENKSyê li gel endamên xwecihî yên Tirbespiyê mijara amadekariyên Newrozê û têkdana cihê ahengê gotûbêj kirin.

Paşê şandeya serokatiya ENKSyê û endamên xwecihê yên Tirbespiyê çûn cihê ahenga salane ya Newrozê ya li gundê Derêcîkê.

Roja pêncşemê, Serokê Xwecihiya ENKSyê ji Rûdawê re gotibû, ku şaredariya Tirbespiyê bi makineyên kar cihê ahenga Newrozê tejî ax, kevir û çop kiriye.