Namzedê AK Partiyê yê Rihayê: Projeya me biratiya 2,5 milyon welatiyan e

16-03-2024
RÛDAW
Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul
Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul
Nîşan Riha Hilbijartin AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Zeynel Abîdîn Beyazgul got, “Projeya me ya herî mezin, biratiya 2 û milyon û nîv welatiyan e.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî, AK Partî û Partiya Yenîden Refahê ji bo Rihayê rikeberiyê bikin, herwiha partyên din jî namzedên xwe destnîşan kiriye û xebatên xwe dikin.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Rihayê ya giştî 2 milyon û 213 hezar û 964 e.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de mafê dengdanê yên milyonek û 251 hezar û 37 kesan heye.

AK Partiyê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul kir namzed.

Zeynel Abîdîn Beyazgul 31ê Adara 2019an bi 516 hezar û 202 dengan bûbû Şaredarê Bajarê Mezin a Rihayê û ji wê demê ve li ser karê xwe ye.

DEM Partiyê jî ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer û Celalettîn Erkmen kirin namzed.

Herwiha li Rihayê, Partiya Yenîden Refahê jî Mehmet Kasım Gulpinarê ku parlamenterê berê yê AK Partiyê ye kir namzed.

Rihaya ku wekî keleha AK Partiyê tê nasîn, ji ber rikeberiya di navbera partiyan de di van hilbijatinan de îhtimala guherînê heye.

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul bû mêvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Em bi rûkenî diçin cem gel”

Zeynel Abîdîn Beyazgul da zanîn ku xebatên wan ên hilbijartinan gelekî baş bi rê ve diçin û got:

“Heger te 5 salan xizmeta vî welatî kiribe, ji bo vî bajarî park, baxçe, rê, xaçerê, rêyên derdora bajêr û kargeh çêkiribin dema beşdarî hilbijartinan dibî bi rûkenî dikarî biçi cem gel.

Tu dikarî bi bextewarî biçî û bibêjî min ev yek kirine, gel jî ji van kêfxweş dibe û bawer dike. Gelê me dibêje vî kesî ev tişt kirine.”

Beyazgul bangî gelê Rihayê jî kir û anî ziman:

“Em ji gelê Rihayê re vê dibêjin, me heta niha gelek tişt kirine, em dê ji niha û pê ve jî gelek tiştan bikin.”

Beyazgul herwiha li ser rikeberiya namzedê Partiya Yenîden Refahê jî got, “Gelê dengê xwe dide xizmetê, wekî deng nade tiştekî din. ”

“Em ji bo Kurd, Tirk, Ereb, Zaza û hemûyan hene”

Beyazgul li ser bikaranîna Kurdî ya di bangeşeyên hilbijartinan de û berdewamiya wê ya piştî hilbijartinan jî anî ziman:

“Dema em beşdarî hilbijartinan dibin, em ji bo biratiya 2 milyon û nîv kesan beşdar dibin. Projeya me ya herî mezin, biratiya 2 û milyon û nîv welatiyan e. Em ji bo Kurd, Tirk, Ereb, Zaza û hemûyan hene.

Ji bo Hewlêrê, ez bawer im gelek nasên wan li vir hene, gelek nasên me jî li wir hene. Ew der beşeke ji cîhana dilê me. Em silavan li wan jî dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst