Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Komkujiya Helebceyê bibîranî

16-03-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Helebceyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya ji bo 35emîn salvegera Helebceyê de ragihand ew biryara Hikûmeta Iraqê ya bi fermî naskirina Helebceyê weke parêzgehekê bilind dinirxînin ku berî çend salan li Parlamentoya Kurdistanê biryar hatibû dayîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê jî kir ku divê Hikûmeta Iraqê berpirsyariya xwe ya exlaqî li hember qurbaniyên Helebce cîbicî bike û got, “Malbatên şehîdên Helebceyê, mexdûrên Enfalê û hemû mexdûrên rejîma Beasê ku di destûrê de hatiye diyarkirin, divê werine qerebûkirin.”

Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de her wiha anî ziman, “Tevî ku 35 sal bi ser vê tawanê re derbas jî bûye lê mixabin heta niha birînên malbat û qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê nehatine pêçan û êşa qurbaniyên tawanên rejîma berê ya Iraqê bi dawî nebûye. Ji bo vê jî erkê me hemûyan bi taybet hikûmeta federal û civaka navdewletî ye ku xizmeta gelê berxwedêr û fedakar ê Helebceyê, bajarê şehîdan, navenda rewşenbîr, zana Helebceyê bikin.”

Mesrûr Barzanî tekez li ser wê yekê jî kir ku ew rêveberiyeke paqij û dûr ji destêwerdanên kesayetî û hizbî dixwazin da ku baştir xizmeta xelkê Helebceyê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst