Serok Barzanî di 35emîn salvegera Komkujiya Helebceyê de peyamek belav kir

16-03-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Helebceyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî di di 35emîn salvegera Komkujiya Helebceyê de peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî îro Pênçşemê 16ê Adara 2023an li salvegera 35 saliya kîmyabarankirina Helebceyê da peyamek li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê belav kir.

Serok Barzanî do peyama xwe de anî ziman, “Tawana kîmyabarankirina Helebceyê li ber çavên cîhanê û ji aliyê dirindetirîn rejîma serdemê ve hate encamdan.”

Serok Barzanî destnîşan kir ku tawan birîneke kûr e li ser laşê gelê me û tu carî nayê ji bîr kirin.

Serok Barzanî her wiha bang li rayedarên Iraqê jî kir û got, “Pêwîst e dewleta Iraqê qerebûya wan zulm û tawanan bike ku di derbarê Helebceyê û zarok û gedeyên Kurdistanê de hatine encamdan.”

Serok Barzanî di dawîya peyama xwe de ji bo rêzgirtina şehîdan anî ziman, “Silav li rûhê pakê şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.”

Di ser Komkujiya Helebçeyê re 35 sal derbas bûn. Di 16ê Adara 1988an de bi fermana Serokkomarê berê yê Iraqê Sedam Husên ji esman bombeyên kîmyewî bo Helebceyê hatin avêtin. Di komkujiya ku herî kêm 5 hezar kesan canê xwe ji dest dan, zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst