Li Meletî avahiyeke 7 qatî hilweşiya

16-03-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê avahiyeke 7 qatî ku di erdheja Mereşê de zerar dîtibû hilweşiya.

Roja Pêncşemê 16ê Adara 2023an li Taxa Huseyîn Bey ser bi navçeya Battalgazî ya Meletiyê, ji ber şikestina sitûnan avahiyeke 7 qatî ya di erdheja 6ê Sibatê de zerar dîtibû herifî.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, di encama lêgerîna tîmên hawarçûnê de eşkere bûye ku kes di nav avahiya herifî de nebû ye û piştî erdheja 6ê Sibatê hatibû valakirin.

Piştî herifîna avahiyê polîsan rêyên têne kolanê li ber çûn û hatinê girtin.

Hat diyarkirin ku di avahiyê de Serokatiya Bajêr a MHPê jî hebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst