Nêçîrvan Barzanî: Divê wek ku dadgehê biryar daye xelkê Helebceyê were qerebûkirin

16-03-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Helebceyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê ji bo 35emîn salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek belav kir û ragihand, “Divê çawa ku dadgeh û yasayê biryar daye, xelkê Helebceyê were qerebûkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, “Di 35. salvegera kîmyabarana Helebceya Şehîd de em şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em silavên xwe ji giyanê wan re û ji malbatên wan re dişînin.”

Kîmyabarana Helebceyê wek ku Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ev mohra şerm û riswabûnê ye li ser eniya tawanbaran e, li cîhanê jî nasname û şahidiya gelê Kurd ê ku rastî zordariyê hatiye. Di nav çend xulekan de 5000 mirovên bêguneh, xweza û her tiştî canê xwe ji dest da. Bi hezaran kes birîndar kirin û koçber kirin lê nekarî vîna gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê bişkîne.”

Nêçîrvan Barzanî anî ziman, “Gelê Kurdistanê bi bîranîna vê karesatê re fedekariyên ku ji bo azadiyê dane, tîne bîra nifşên îro û tevahiya cîhanê. Her wiha erkeke exlaqî û mirovahî li ser cîhan û mirovahiyê ye ku hemû hewlên xwe bidin ji bo ku tawanên bi vî rengî li ti cihî dubare nebin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din ya peyama xwe de spasiya Hikûmeta Federal a Iraqê û hemû aliyên pêwendîdar ên Iraq û Herêma Kurdistanê dike ji bo bidawîkirina proseya parêzgehbûna Helebceyê û dibêje, “Pêwîstiya Helebceyê û xelkê wê bi her awayî zêdetir xizmetguzariyan e. Divê berî ku derengiyê keve û çawa ku dadgeh û yasayê biryar daye, xelkê Helebceyê were qerebûkirin.”

Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 10 salan e kar li ser tê kirin ku Helebce bibe parêzgehek lê her carê ji ber hin sedeman hatiye rawestandin, bi biryara dawî ya Hikûmeta Iraqê dê Helebce bibe parêzgeha 19an a Iraqê.

Hewldanên parêzgahkirina Helebceyê di destpêka sala 2013an de ji aliyê serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî ve dest pê kirin û proje-yasa ji Bexdayê re şandibû lê nakokiyên Sune û Şîe û hinek faktorên din rê li ber derbasbûna yasa di parlamentoyê de girtibûn.

Niha Encûmena Wezîran a Iraqê reşnivîsa parêzgahkirina Helebceyê ji parlamentoyê re şandiye û tê çaverêkirin ku Kurd û hevpeyman Helebceyê bikin parêzgeha çarem a Herêma Kurdistanê û 19ê Iraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst