Li Riha û Boluyê xwendin hat ragirtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde û egera rabûna lehiyên nû û li bajarê Bolu yê Tirkiyê jî piştî 2 erdhejên bi hêzên 4.8 û 3.9 pileyên rîxterê bo dema rojekê xwendin hat ragirtin.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê roja Çarşemê piştî baranek zêde lehî rabû û di encama lehiyê de herî kêm 14 kezan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî bê serûşûn in.

Barîna baranê li navçeyê berdewam e û Parêzgariya Rihayê ji ber egera lehiyên nû ragihand ku roja Înê 17ê Adara 2023an bo dema rojekê xwendin hatiye ragirtin.

Li Rihayê rojên Sêşem û Çarşemê jî dibistan ji ber barana zêde û egera lehiyan hatibûn ragirtin. 

Li bajarê Bolu yê Tirkiyê jî roja Pêncşemê dû erdhejên bi hêzên 4.8 û 3.9 pileyên rîxterê çêbûn û di nav welatiyan de bû sedama tirs û xofeke zêde.

Piştî erdhejan parêzgariya Boluyê jî bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku roja Pêncşemê 17ê Adara 2023an li seranserê parêzgehê bo dema rojekê xwendin hatiye ragirtin.