9 jinên li Wanê hatibûn desteserkirin hatin azadkirin

16-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 9 siyasetmedar û çalakvanên jin ên Kurd  ku li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hatibûn destserkirin piştî karûbarên yasayî hatin azadkirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlekariya Wanê, roja Pêncşemê 16ê Adarê serê sibehê bi ser gelek malan de girtin û bi hinceta “propagandeya terorê” 9 siyasetmedar û çalakvanên jin ên  Kurd desteser kiribûn.

Di operasyona polîsan de Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Uzunay, Hevseroka Şaxa MEBYA-DERê ya Wanê Hanim Kaya, Dayika Aştiyê Xecê Bariştiran, Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçê ya Serhatê (GOÇDER) Gulşen Kurt, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) a Wanê Edibe Babur, Hevşaredara berê ya Mehmûdî ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn Caziye Duman, endama Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê ya HDPê Ozlem Tuci, endama TJAyê Zeynep Kaya û Songul Işik hatibûn desteserkirin.

9 jinên Kurd ku bi hinceta “propagandeya terorê” hatin desteserkirin, bo Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Wanê hatin birin.

Li gor zanyariyên belavbûne her roja Pêncşemê piştî karûbarên îfadeyê yên li Serdozgeriya Komarî her 9 jinên ku hatibûn destserkirin, hatine azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst