Gola Masiyan a Rihayê ji ber lehiyê ziyaneke mezin dît

Amed (Rûdaw) - Li Rihayê û Semsûrê di lehiya ku duh rabû de herî kêm 15 kes mirin. Bi sedan otomobîl di binê avê de man. Dema ku baran rawestiya û av kêm bû, zirara ku lehiyê daye Rihayê bi temamî derkete ser rûyê erdê. Gola Masiyan ku cihekî navdar ê turîzmê ye jî rengê heriyê girtiye.

Li bajarên Riha û Semsûrê 40 roj piştî erdhejê îcar lehî rabû. Lehiyê xelkê, dar û beran û otomobîlan da ber xwe. Li Rihayê herî kêm 14 û li Semsûrê jî 2 kes di avê de xeniqîn.

Zirar û ziyana herî zêde li taxên Silêmaniyê, Piyaza û herêma SGK'ê pêk hat. Zirara ku lehiyê daye Rihayê piştî baran rawestiya derkete ser rûyê erdê.

Ne tenê can, mal û milkên xelkê cihên dîrokî jî ziyaneke mezin dîtin. Nexasim jî Gola Masiyan a Ruhayê.

Li gorî pisporan li Gola Masiyan gelek masî mirar bûne. Tîmên kontrolê bi amûrên pîvanê li Gola Masiyan rêjeya oksîjenê pîvan. Ger oksîjena golê kêm derkeve ji bo ku masî bikaribin careke din di vê avê de bijîn dê destwerdaneke zanistî bikin.