Sê girtiyên Badînanê hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerekî girtiyên Badînanê ragihand, sê girtiyên Şêladizê îro hatin berdan.

Kamaran Sarmemi, yek ji parêzerên girtiyên Badînanê îro Pêncşemê 16ê Adara 2023yan ji Rûdawê re got, sê girtiyên bi navê Eyaz Kerem, Harîwan Îsa û Şivan Seîd azadkirin.

Parêzerekî din ê giriyên Badînan Beşdar Hesen jî ji Rûdawê re diyar kir ku Eyaz Ekrem ji dozeke din jî tê darizandin.

Şerwan Emîn Nao (Şerwan Serwanî), Guhdar Mihemed Emin Ebdulmecid, Harîwan Îsa Mihemed, Eyaz Kerem Reşîd û Şivan Seîd Omer li Duhokê bi tohmeta “tehdîdkirina ewlehiya netewî ya Herêma Kurdistanê” hatibûn desteserkirin û  16ê Sibata 2021 êo Dadgehe Cezayê Giran a Hewlêrê derbarê wan de 6 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn.

Roja 5ê Adara 2021ê, Asayişa Herêma Kurdistanê îtîrafên her 5 girtiyan piştî bidawîbûna cezayê wan ji raya giştî re eşkere kiribû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Sibata 2022ê de ferman dabû ku ji sedî 60ê cezayên girtiyan were efûkirin.

Yek ji girtiyan bi navê Şerwan Emîn Nao (Şerwan Şerwanî) ji ber ku cezayê wî ji yên din kêmtir bû, beriya niha hatibû berdan.

HerwihaGuhdar Mihemed Emîn Ebdulmecîd (Zebar) ji ber ku tawanekî din hebûye 7 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, hêj di girtîgehê de ye.