Li Amedê ji ber baranê rêyên bajêr hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barana zêde, hinek deverên bajarê Amedê jî di bin avê de man, rê hatin girtin û bi dehan otomobîl di nava avê de asê man.

Duh piştî nîvro, baraneke bihêz li Amedê bariya. Bi rojan bû ku Rêveberiya Keşûhewayê hişyarî dida û daxwaza tedbîran dikir lê kesî guh nedayê û xaçerê û binpirên bajêr, rêyên sereke bûn golên avê. Li wargehên çadiran ên ku zirermendên erdhejê lê diman ji ber metirsiya lehiyê û bilindbûna ava Çemê Dîcleyê xelkê konên xwe terikandin. Piştî demeke dirêj Parêzgariya Amedê biryar da ku wargeha çadiran were valakirin û xelkê bibin cihekî ewletir.

Sazîyên Civaka Sivil, berê jî dema ku ew wargeha çadiran hat danîn, li dijî derketin, ji ber ku li peravê Çemê Dicleyê danîne û metirsiya ku av bide bin çadiran zêde ye.

Li Amedê bi barîna pêleke bihêz a baranê re rêyên bajêr hatin girtin û bi dehan trimbêl di rêyan de noqî avê bûn û asê man.

Tevî ku sazîya keşnasîyê hişyarî jî dabû ji ber alîyên pêwendïdar tevdîrên pêwîst ne girtin welatî tuşî zehmetîyên mezin bûn.

Welatiyekî ku otomobîla wî di bin avê de ma got, “Ji nişka ve lehî rabû. Hinek trimbêl çûn, ez jî çûm tê da mam.”

Welatiyekê got, “Xwedê giravî bingeha bajêr baş e,xwedê giravî her tişt heye.Ka keko? KadaKa îmkan,ka şaredarî,ka dewlet,halê me ji halê kûçikan xirabtir e.”

Welatiyekê li ser lehiyê anî ziman, “Em serê ewil ketin avê, otomobîlê stop kir em êdî wer tê da man.”

Welatiyekî got, “Nexweşê min hebû. Min got ez herim fakûltê ez nikaribûm biçûma vegeriyam.”

Li konbajarê ku li peravê çemê dîclèyê hatîye danîn û mexdûrên erdhejê lê diminîn ji ber metirsîya bilindbûna ava çem bi dehan malbatan kel û pelên xwe girtin konan terikandin.

Mexdûrekî erdhejê got, “Li Riha tev mirin, tev mirin. Em jî li vir li hêviya mirinê bisekinin? Hema herkes tenê direvin. Heta niha kes nehatiye cem me, tiştek negotine, tiştê ku dikin, tên li ber derî disekinin, li çentê xelkê digerin ji bo betaniyekê. Dibêjin ka hela didizin yan nadizin. Ma herkes diz e.”

Mexdûreke erdhejê li ser rewşa got, “Em tirsiyan, çadirên me li ser avê ketin. Ma cîh tune em lê rûnên. Welleh lawo cîh tune em lê rûnên ma em ê herin ku? Em nizanin bi ku de herin jî.”

Mexdûreke din a erdhejê got, “Eşyayên me tev şil bûn. Em rezîlê alemê bûn. Em ê herin bikevin xanîyên xwe yê xirabe bira bi serê me de were xwarê.”

Piştî helwesta ziyandîtiyan konbajar Parêzgariya Amedê jî ragihand ku ji ber metirsiya baranê wan ji bo cîhek ewletir dest bi veguheztina malbatên di konan de dimînin kirine û piştî kêmbûna metirsîya baranê yê wan malbatan carek din vegerînin konbajaran.