Konsulxaneya Tirkiyê: Kîmyabarana Helebcê wek lekeyeke reş di dîrokê de cihê xwe digire

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê bi boneya 34emîn salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek belav kir û tê de dibêje; “Li Helebceyê êrîşeke kîmyawî hat kirin ku ev wek lekeyeke reş di dîrokê û wîcdanan de cihê xwe digire.”

Îro 34 sal li ser kîmyabarankirina parêzgeha Helebce re derbas dibin ku di encamê de zêdetir ji 5 hezar kes şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi boneya 34emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir.

Di peyama xwe de Konsulxaneya Tirkiyê dobêje: “Di 16ê Adara 1988an da li Helebceyê êrîşeke kîmyawî hat kirin ku ev wek lekeyeke reş  di dîrokê û wîcdanan da cihê xwe digire.”

Konsulxaneya Tirkiyê herwiha bal kişandin ku rejima Beasê li Helebceyê bi hezaran sivîl şehîd kirin û dibêje: "Tirkiyê deriyên xwe ji birayên xwe yên Kurd ên ji vê êrîşa hovane reviyan û xwe spartin axa xwe re vekirîbû. Em vê êşa mezin îro jî bi xemgînî bi bîr tînin. Rehma Xwedê li wan kesên di 34emîn salvegera Komkujiya Helepceyê de cane xwe ji dest dane be.”