Li Agirî 2 kes bi tohmeta dizîna 15 kîlo zêr hatin girtin

16-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê ji 10 kesên ku bi îdiaya dizîna 15 kîlo zêr hatibûn destserkirin, 2 kes hatin girtin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Agirî ve hatiye belavkirin, hêzên ewlakariyê derbarê dizîna 15 kîlo zêrên zêringirekî navçeya Bazîdê ku bihayê wan derdora 12 milyon û 504 hezar lîreyên Tirkî bû, lêkolînek berfireh da destpêkirin.

Di çarçoveya lêkolînan de 2 kes bi tohmeta ku ji bo diziya zêran çavdêrî kirine û ji bo diziyê kelûpelên pêdivî dabîn kirine, meha borî hatibûn girtin.

Li gor ku parêzgarî dibêje bi girtina wan herdû kesan hêzên ewlekariyê kar û xebatên xwe ên derbarê dizîna 15 kîloyên zêran de berfireh kirin û li bajarên Stenbol, Balikesîr û Agirî li  çend navnîşanan operasyonên hevdem pêkanîn.

Di çarçoveya operasyonan de li Balikesîr 3, li Stenbol 3 û li Agirî jî 4,  bi giştî 10 kes  hatin desterserkirin.

Hat ragihandin ku piştî karûbarên îfadeyê  2 kes ji wan bi îdiaya dizîna 15 kîlo zêr ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Li aliyê din hêzên ewlekariyê bo dîtina zêrên ku hatine dizîn jî li wan navnîşanan dest bi lêgerînê kirin.

Di encama lêgerînan de li  Bazîdê 175 gram, li Balikesîr kîloyek û 193 gram û li Stenbolê jî kîloyek û  480 gram zêr hatin dîtin.

Herwiha hêzên ewlekariyê li wan navnîşanan dest danîn ser 2 demançe, 75 gule, 3 çifte, 2 tûpên oksîjenê û 1 bireka demirbir.

Di heftiya yekem a Sibata îsal de li taxa Îshaq Paşa ya Navçeya Bazîdê 15 kîlo zêrên zêringirê bi navê Turgay Îsmaîogullari hatibûn dizîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst