Li Efrînê komelgeheke nû ji Ereb û Tirkmenên hawirde re tê avakirin

16-03-2022
Hisên Omer
Li Efîrnê komelgeheke nû ji Ereb û Tirkmenên hawirde re tê avakirin
Li Efîrnê komelgeheke nû ji Ereb û Tirkmenên hawirde re tê avakirin
Nîşan Efrîn Komelgeh Erebên Hawirde Tirkmenên Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Avakirina komelgehên niştecîkiruna Ereb û Tirkumenên hawirde li ser xaka herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ku ji 4 salan ve aliyê Tirkiyê û iopozisyona sûriyê ve dagirkirî ye, bilez û berfireh dibe.

Dîmenê ji komelgeheke nû ne ku li herêm tê avakirin ji Rûdawê re hatine şandin.

Li gorî zanyariyan komelgeh li nêzîk herdu gundên Elkê û Kefrûmê tên avakirin.

Di komelgehan de 450 yekeyên niştecîbûnê li xwe digire û 200 hektar zevî ji bo wê hatine veqetandin. Ji bo komelgehan darên daristana li wî cihî hatine birîn

Herwiha beşek ji komelgehê ji fermande û çekdarên Siltan Mûrad re û beşek jî ji Filestîniyên ku ji Himsê hatine re hatine avakirin.

Ebdulrehman Kûrajo, çalakvanê Efrînê ku dosyeya avakirina komelgehên niştecîkirinê li herêmê dişopîne, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa metirsiya van komelgehan kir.

Çalakvanê Efrînî Ebdulrehman Kûrajo dibêje “Ev wargehên koçberan ji çîmento û hesinan hatine çêkirine. Ne wek çadiran in ji wê derê rakin bibin ciheke din. Ev wargehên koçberan piştre dibin gund û bajarên mezin. Zirarê li cografya Efrînê dikin. Miletên ji derveyî Efrînê dikin hindirê Efrînê ereb û Tirkmen. Ev jî pilaneke bi zanebûn û zanyarî ya Tirkiyê ye. Di sibê ji meletê re bibêjin va Efrîn ne Kurdî ye.”

Kûrajo her weha bang li hemû aliyan kir ku nebên sîwan ji siyaseta guhertina demografyaya Efrînê re.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê çavkaniyeke agahdar ji Efrînê wergirtine, biryara avakirina 57 komelgehên niştecîkirinê ji Ereb û Tikumenên hawirde re li herêma Efrînê hatiye dayin. Ji wan nêzî 10 komelgehan temam bûne yan jî tên avakirin. Roja 2yê Îlona 2021ê, bi def û zirne û sirûdên olî, û ala Tirkiyê û opozisyona girêdayî wê, 378 yekeyên niştecîkirinê ji bo hawirdeyên li komelgeha bi navê Gundê el-Rehme hatibûn dadestkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst