Rêveberiya Xweser 2 jinên DAIŞê û zarokên wan radestî Swêdê kirin

16-03-2022
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser DAIŞ Jinên DAIŞê Swêd Ebdilkerîm Omer Frederic Florn Christine Hedenberg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser 2 jinên DAIŞê û zarokên wan radestî şanda Swêdê kirin.

Şandeke Swêdê berî 2 rojan serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li bajarê Qamişlo li gel berpirsên Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser civiya.

Şanda Swêdê ya bi serokatiya balyoz Frederic Florn û cîgira wî Christine Hedenberg roja 14ê Adarê gihaşt navenda Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Qamişlo.

Şanda Swêdê ji aliyê Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Derve Dr. Ebdilkerîm Omer, Berpirsa Beşa Ewropayê Şîwaz Xelîl û Berpirsa Nivîsgeha Peywendiyan a YPJê Lane Hisên ve hat pêşwazîkirin.

Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Derve Dr. Ebdilkerîm Omer di civîna li gel şanda Swêdê de behsa wê kir, ji ber êrîşa DAIŞê ya li ser zindana Hesekê bi dehan şervanên HSDê û karmendên zindanê û sivîl şehîd bûn û got ku ew êrîşa DAIŞê “berfireh û tevlihev bû û bi mehan ji aliyê daîreyên îstixbaratê ve li derveyî sînor hatibû amadekirin. Bi taybet Tirkiyê bi armanca derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de û têkbirina aramiya herêmê û bi vî awayî zindîkirina DAIŞê û kontrolkirina Hesekê û herêmên din."

Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Derve careke din dûpat kir ku divê civaka navdewletî bi berpirsyariya xwe rabe û alîkariya siyasî, aborî, mirovî û ewlehî pêşkêşî Rêveberiya Xweser bike.

Balyoz Frederic Florn jî spasiyên xwe pêşkêşî Rêveberiya Xweser kirin û li ser civînê jî got, “Me li ser mijarên girîng ên di warê ewlehî, mirovî û rêyên têkoşîna li dijî terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gotûbêj kirin. Em piştgiriya xwe ya berdewam ji bo Rêveberiya Xweser di têkoşîna li dijî terorê de dûpat dikin.”

Di dawiya civînê de herdu aliyan belgenameyek îmze kirin ku li gor wê belgeya fermî ya radestkirinê Rêveberiya Xweser 2 jin li gel 2 zarokên wan ji malbatên çekdarên DAIŞê radestî şanda Swêdê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst