Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

16-03-2022
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Lêxweşbûna Giştî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser efûya giştî bo tawanên berî 16ê Adarê derxist.

Rêveberiya Xweser ragihand, “Ev efû tawanên teror, xiyanet, sîxurî, maddeyên hişbir û tawanbarên reviyayî li xwe nagire.”

Rêveberiya Xweser herwiha tekez dike, “Zindanîkirina heta hetayî dibe 15 sal.”

Herwiha yasaya efûya gişti ji bo tawanên ku berî roja şanzdehê vê Adarê hatine kirin e.

Ev pêncem biryar a lêxweşbûnê ye ku ji aliyê Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê derdikeve, ku di sala 2014ê de hatiye damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst