Çekên di kîmyabarana Helebcê de hatin bikaranîn çi bûn?

Rûdaw (Hewlêr) - Ew çekên kîmyayî yên di kîmyabarana Helebce de dihatin bikaranîn jê re tê gotin `Gazên Damaran`. Kujertirîn çekên kîmyayî ne. Êrîşî ser koendamên damar dikin û wan enzîman jinav dibin ku kontrola elektrîka damaran dikin.

Ew madeyên kîmyayî bilez kar tê de dikin û ji bo dirustkirina wan çend teknîkên kîmyayî yên hêsan pêwîst in, ku dibe bi henaseyê bêne hilmijandin yan jî bigihêjin pêstê mirov.

Herwiha bi destlêdana li pêst yan cilûbergên kesekî tûşbûyî bi gazê, yan jî bi xwarina xwarinekê ku ew gaz tevlê bûbe, dibe jiyana mirov têkeve metirsiyê.

Nîşanên tûşbûna wl gaza metirsîdar ji: Lerzî, şilbûna bîbîleya çav, kêmbûna karîna dîtinê, herikîna bava bêvilê, henasetengbûn, serêş, xwêdan û zikçûnê pêk tên. Eger gelekî tund be jî, westana henase û dile.

Weke mînak, eger dilopeke biçûk a 5 mîlîgram ji madeya VÎ EKX (VX) bikeve ser pêstê mirov, wî di çend xulekên kêm de dikuje.

SARÎN jî yeke din e ji gazên kujer. Di bingehê de weke madeya mêrû-qirker li Almanya hatibû dirustkirin. Sala 1993yan li gorî Peymanameya Çekên Kîmyayî hate qedexekirin.

Yek dilopa wê madeyê bikeve ser pêstê mirov, eger neyê çareserkirin, wî di çend xulekan de dikuje.

SARÎN madeyek e şil a bê reng,  bê bêhn û bê çêj e û bi hêsanî tevlî avê dibe, ango dibe di dirustkirina jehrê yan jehrkirina xwarinê de bê bikaranîn.

Herwiha dibe hilm û rewşa wê ji şileyî tê guhertin bo gazê, bi hêsanî li nav hewayê belav dibe û jiyana wan kesên ku hildimijin dixe metirsiya mirinê.

Eger piçeke kêm ji vê gazê bigihêje mirov, êdî tûşî serêşê, kêmdîtbûna karîna dîtinê, tengiya henaseyê, veşîn û zikçûnê dibe.

Eger tibaba wê gazê gelek jî be, êdî nîşanên wê ji hiçûn, îflîcbûn, westana henaseyê û mirinê pêk tên.

Sala 1988, desthilata Beis gaza SARÎN di kîmyabarana Helebce de bikar anî, ku bû sedema şehîdbûna pênc hezar kesî û dehên hezaran kesên din jî tûşî nexweşiyên pêst û kêşeyên henasedanê bûn.

Li Japonê, sala 1995, di êrîşekê de, ku bi gaza SARÎN li ser Metroya Tokyo, hate kirin, 13 kes hatin kuştin û hezarên din jî birîndar bûn.