Yekîtiya Baroyên Tirkiyê: Komkujiya Helebce di dîroka mirovahiyê de rupeleke şermê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Baroyên Tirkiyê bi helkefta 34emîn salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek belav kir û ev roj wek rûpelekî cihê şermê di dîroka mirovahiyê de binav kir.

Yekîtiya Baroyên Tirkiyê derbarê Komkujiya Helebceyê de ku 16ê Adara 1988ê ji aliyê desthilata Baasê ve hat kirin û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan li ser malpera xwe ya fermî û hesabên xwe yên torên civakî peyamek belav kir.

Di peyama xwe de Yekîtiya Baroyên Tirkiyê, Komkujiya Helebceyê wek rûpeleke şermê di dîroka mirovahiyê de binav kirin dikin û dibêjin ew kesên bûne qurbanî bi rêzdarî bibîrtînin.

Yekîtiya Baroyên Tirkiyê dibêje: "Di sala 34an a Komkujiya Helebceyê de ku di dîroka mirovahiyê de bûye rûpelê şermê û di encam de bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes birîndar bûn û gelek kes bi giranî jin û zarok nexweş ketin, em bejna xwe li ber kesên di êrîşê de canê xwe ji dest dane ditewînin.  Em dê dijî hemû binpêkirinên mafan parastina dewleta hiqûqê û mafê jiyanê bi awayekî layiqî rûmeta mirovahiyê bidomînin."