Mazlûm Kobanî: Ji bo cîhaneke baştir divê hemû netewe bên parastin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî bi bi boneya 34mîn lavegera kîmyabarankirina Helebce peyamek belav kir û tê de qurbaniyên Helebceyê bibîr tîne.

Îro 34 sal li ser kîmyabarankirina parêzgeha Helebce re derbas dibin ku di encamê de zêdetir ji 5 hezar kes şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Fermandeyê Giştî yê HSD Mazlûm Kobanî bi boneya 34emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.

Mazlûm Kobanî di peyam xwe dibêje ku ji bo cîhaneke baştir, divê hemû netewe ji zilmê û komkujiyan bên parastin.

Kobanî wiha nivîsandiye: “Di salvegera 34 a komkujiya Helebçeyê de ku li dijî gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê pêk hat, em tevahiya wan şehîdan bi bîr tînin ku di encama siyaseta qirkirina Kurdan de ji canê xwe bûne.

Ji bo cîhaneke baştir,divê hemû netewe û nasname ji zilm, dagirkerî û komkujiyan bên parastin.”