HDP: Helebce birîna gelê me ye

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan HDPê bi helkefta 34emîn salvegera Komkujiya Helebceyê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir, qurbaniyên Helebceyê bibîr tîne û dibêje: "Helebce birîna gelê meye."

HDP dibêje: “Di 34emîn salvegera wê de em Komkujiya Helebceyê nalet dikin û şermezar dikin û hemû qurbaniyan bi rêzdarî bibîr tînin. Helebce birîna gelê me ye. Ji bo Helebceyên din neqewimin, ji her demê zîdetir pêdivî bi yekîtî û hevgirtinê heye.”

Herwiha bi helkefta salvegera Komkujiya Helebceyê heta niha gelek partiyên siyasî yên Kurdistanê û saziyên civaka sivîl daxwiyanî dane û ev roj bibîr anîne.

Kîmyabarankirina Helebcê

Sibeha 16ê Adara 1988a, dawiya rojên şerê 8 salî yê Iraq–Îranê bû, firokeyên desthilata berê ya Iraqê, Helebce bi çekên kîmyayî bombebaran kirin.

Di encamê de 5 hezar zarok, jin, ciwan û pîr yekser şehîd bûn. 10 hezarên din jî rûbirûyê nexweşî û pirgirêkên tendirûstî yên demdirêj wek ji destdana bînahî, endamên laş û şewitîna çerm bûn û di salên piştre de beşekî ji wan canê xwe ji dest dan.

Xorak, av û hewaya bajêr ji ber wan çekên metirsîdar bijehr bûn. Çekên kîmyayî ji gazên Xerdel, Sarîn, Tabûn, V-X pêk dihatin.

Foreign Policy a Amerîkî di raporekê de ku pişta xwe bi belgenameyên eşkerebûyî yên CIA girêdide, eşkere kir ku haya Amerîkayê ji wê yekê hebû ku çekên kîmyayî yên qedexekirî yên Sedam Husên hene, lê ne tenê çavê xwe jê re girtiye, herwiha di warê îstîxbaratî de jî hevkariya artêşa Iraqê kiriye daku di şer de wan dijî Îranê bikar bîne.