Çavkaniya çekên kîmyawî yên Sedam li dijî Helebce

16-03-2022
RÛDAW
Di ser Komkujiya Helebce re 34 sal derbas bûn
Di ser Komkujiya Helebce re 34 sal derbas bûn
Nîşan Komkujiya Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên desthilata berê ya Iraqê, Helebce bi çekên kîmyayî bombebaran kirin. Di encamê de 5 hezar zarok, jin, ciwan û pîr yekser şehîd bûn. 10 hezarên din jî rûbirûyê nexweşî û pirgirêkên tendirûstî yên demdirêj wek ji destdana bînahî, endamên laş û şewitîna çerm bûn û di salên piştre de beşekî ji wan canê xwe ji dest dan.

Dawiya rojên şerê heşt salî yê Iraq – Îranê bû. Sibeha 16ê Adara 1988an bû. Vê dîmenî Kurdistan û cîhan jî şok kir.

Xorak, av û hewaya bajêr ji ber wan çekên metirsîdar bijehr bûn. Çekên kîmyayî ji gazên Xerdel, Sarîn, Tabûn, V-X pêk dihatin.

Hemû çekên bikomkuj bûn û di Peymannameya Cinêv a sala 1972 ya Neteweyên Yekbûyî de hatine qedexekirin.

Herçiqas welatên herêmî û cîhanî bi tundî kîmyabarankirina Helebce şermezar kirin, sala 2002an Grûpa Krîza Navdewletî di raporekê de eşkere kir ku her wan welatan bi xwe, beşekî wan di bidestxistina wan çekan de hevkariya Iraqê kirine, ew jî wek “taktîkekî” daku di şerê dijî Îranê de bên bikaranîn.

Li gor Rêxistina Wisconsin Project a Amerîkî, Iraqê bi dehan ton maddeyên xav ên çêkirina çekên kîmyayî ji wan welatan hawirde kiribûn, ji wan jî:

  • 4 hezar û 515 ton ji Sengapurê
  • 4 hezar û 261 ton ji Holandayê
  • 2 hezar û 343 ton ji Hindistanê
  • 2 hezar û 400 ton ji Misrê
  • Hezar û 27 ton ji Almanya Rojava

Welatên maddeyên çekên kîmyawî dane Iraqê

  • Singapûr: 4515 ton
  • Holanda: 4261 ton
  • Hindistan: 2343 ton
  • Misir: 2400 ton
  • Almanya Rojava: 1027 ton

Herwiha Iraqê 340 alavên çêkirina çekên kîmyayî ji welatên rojava hawirde kirine;

  • Ji sedî 52.6ê wan ji Almanya
  • Ji sedî 21.6ê wan ji Fransayên hatibûn şandin
  • Ji sedî 16ê wan ji Austuryayê
  • Ji sedî 4.4 ji Îspanya
  • Ji sedî 5.3ê din ji welatên din bo Iraqê hatibûn şandin.

Welatên teknolojiya çekên kîmyawî dane Iraqê

  • Almanya: %52.6
  • Fransa: %21.6
  • Austurya: %16
  • Îspanya: %4.4
  • Yên Din: %5.3

Du kompanyayên Amerîkî jî bi navên Philips û Alkolak International alavên çêkirina çekên kîmyayî dabûn hikûmeta Sedam Husên, ew jî li gor wê rapora ku sala 2002an Iraqê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kiribû.

Herwiha sala 2013an, Foreign Policy a Amerîkî di raporekê de ku pişta xwe bi belgenameyên eşkerebûyî yên CIA girêdide, eşkere kir ku haya Amerîkayê ji wê yekê hebû ku çekên kîmyayî yên qedexekirî yên Sedam Husên hene, lê ne tenê çavê xwe jê re girtiye, herwiha di warê îstîxbaratî de jî hevkariya artêşa Iraqê kiriye daku di şer de wan dijî Îranê bikar bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst