Di ser Komkujiya Helebce re 34 sal derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Di 16ê Adara 1988an da bi fermana Sedam Huseynê serokê berê yê Iraqê li dijî Helebceyê êrîşa kîmyewî hat lidarxistin û li ser bûyerê re 34 sal derbas bûn, lê ew trajêdiya mirovahiyê ya ku wê rojê qewimî nayê jibîrkirin.

Di 16ê Adara 1988an de, desthilatiya Beisê û Sedam Hisên, bi çekên kîmyewî û biyolojîk, jin û zarok û kalemêr û pîrejin, ji 5 hezarî zêdetir Kurdên Helebceyî, li ber çavên hemû cîhanê qetil kirin, lê ew trajediya mirovahiyê ya ku wê rojê qewimî naye jibîrkirin.

Bi fermana Sedam Huseyne seroke rejima Bease, Eli Hesen Mecide pismame wi ye ku bi nasnave "Eliye Kimyewi" te naskirin di 16e adara 1988an da bi bombeyen xerdel û sarine erişi Helebceya li nezîkî sinore Îrane kir.

Destê sibehê saet derdora 10.50yi êrîşa navenda Helebcê û derdora wê hat kirin û di nav bajêr de behna sêvan belav bû û 5 hezar kesen Helebceyî yên ku haya wan ji tiştekî tunebû mirin.

Di êrişa bi çekên kîmyewî de derdora 5 hezar kes hatibûn kuştin û ji 7 hezarî zîdetir mirov ji birîndar bibûn.

Kesên ku man jî ji tirsa êrişeke din bi wesayîtan û peyatî ber bi sinorê Îranê ve reviyan. Gelek ji zarokên wê demê destên wan ji malbaten wan qut bû, yan winda bûn yan ji ji bîxweditî ketin etîmxaneyên Îrane. 74 malbaten mexdûrê êrişê ji bo ku 179 zarokên wan en windayî werin dîtin serî li meqamen Îran û Iraqê xistin lêbelê ti encam bi dest nexistin.

Pişti ku Amerîkayê di sala 2003yan da midexaleya Iraqe kir, Sedam hat girtin. Di dema darizandinê de Sedam îdia kir ku haya wî ji êrişa kimyewi tunebû û ji medyaye hîn bûye.

Erişa kîmyawî ya dijî Helebceye wek asta dawçn a Operasyona Enfalê ye ku Sedam Hisên di dema Şerê Îran-Iraqe de li dijî Kurdan li dar xist tê binavkirin.

Bi biryara Hikûmeta Herema Kurdistanê, di Adara sala 2014an de, Helebceya ku bere navçeya Silêmaniyê bû, statûya parêzgehbûnê wergirt.

Komkujiya Helebce ya ku di şexsê gelê Kurd de, li hemberî mirovahiyê û hemû nirxên mirovahiyê pêk hatiye, wekî sûcê mirovahiyê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye.  

Gelê Kurd, ku ji bo xîreta xwe ya neteweyî ditekoşe, êşa bi dehan komkujîyan, bi hovitîya Helebcê di kûrahiya dilê xwe de jiya.