HUDA-PAR: Alema Îslamê dengê xwe ji komkujiyê re dernexist

16-03-2021
Nîşan Kîmyabarana Helebcê Kurdistan HUDA-PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Serokê Giştî yê HUDA-PARê Îshak Saglam ragihand ku berpirsyarên Komkujiya Helebceyê divê bên darizandin û bi cezayê ku heq dikin bên cezakirin. Îshak Saglam herwiha got: “Piştî komkujiyê ne Şerq û ne jî Xerb û ne jî alema Îslamê dengê xwe ji vê qetlîam û qirkirinê re dernexist.”

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Îshak Saglam bi boneya  33emîn salvegera kîmyabarankirina bajarê Helebceyê ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û got komkujî di 16ê Adara 1988an de bi êrîşeke kîmyawî hat kirin wek rûpeleke reş di dîrokê de cih digire.

Îshak Saglam di peyama ku belav kir de  bal kişand li ser rewşa Kurdan û zilmên ku ev sed sal in li wan  tên kirin û got: “Piraniya  wan zarok û pîrek zêdetirî 180 hezar Kurd bi awayeke  hovane û wehşiyane hatin qetilkirin.”

Saglam di destpêka peyama xwe de destnîşan kir, Kurd li ber çavê dinyayê hatin qetilkirin û wiha pê de çû: “Operasyona Enfalê û êrîşên ku tê de Kurd li ber çavê temamê dinyayê hatin qirkirin...Li Iraqê  Rejîma Baasê ya ku Saddam Huseyn jê re serokatî dikir bi mebeste qirkirina Kurdan di sala 1986an de operasyoneke bi navê Enfalê da destpêkirin. Di naveyna operasyonên ku 3 sal berdewam kirin de zêdetirî 180 hezar Kurd hatin qetilkirin.Dema ku dîrok 16ê Adara sala 1988an de nîşan dida di bergeha operasyona Enfalê de êrîşa hovtirîn li bajara Helebceyê hat kirin. Di encama êrîşa kimyewî ya ku li hember bajara Helebceyê hat kirin de nêzî 5 hezar kes hatin qetilkirin ku ji sedî 70yê van kesên ku hatin qetilkirin pîrek û zarok bûn. Bandora wan çekên kimyewî yên ku hatin bikaranîn îro jî berdewam dike. Tê diyarkirin ji ber wan çekên kimyewî heta roja me ya îro 45 hezar kesan wefat kirin û zêdetirî 60 hezar însan jî seqet man.  Ji ber qetlîama ku hat kirin bi hezaran malbat hilweşiyan û bi deh hezaran zarok jî winda bûn.”

Ddi berdewama peyama xwe de Saglam bal kişand li ser bêdenguya ku li hember zilm û qetlîamê dihat nîşandan û wiha li peyama xwe zêde kir: “Piştî qetlîamê ne Şerq û ne jî Xerb û ne jî alema Îslamê dengê xwe ji vê qetlîam û qirkirinê re dernexist. Tu kes ev komkujî neanî rojevê. Welatên Îslamê û welatên rojavayî yên ku di dijberîya Îranê de destek didan Sedam û Bloka Rojhilat a ku di warê îdeolojîyê de Iraqê ji xwe re nêzîk didît  ew qetlîamê ne dît, ne bihîst û ne jî axivî. Temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê ker û lal kiribû. Lewra kesên ku dihatin qetilkirin Kurd bûn, Misliman bûn, mezlûm bûn, bêkes û bêxwedî bûn...Piştî peymana Sykes-Picot, Kurd neketin bin fermandarîya emperyalistan û li gorî  rola ku ji wan re hatibû xêzkirin hereket nekiribûn û ji ummeta Îslamê re îxanet nekiribûn. Ji sedemên herî girîng a bi destê Sedam cezakirina Kurdan yek jî ev bû. Welatên Îslamê, şopa lingên wan qetlîamên nû yên ku îro li ser erdnigarîya Îslamê tên kirin dê di bêdengîya ku di warê qetlîama Helebceyê de hat nîşandan de bibînin.”

Saglam di berdewama peyama xwe de destnîşan kir: “Dîrok careke din bi me da zanîn ku dostên emperyalistan tune ye, bes berjewendiyên wan hene. Dîsa dîrok bi me da zanîn ku ew kesên ku di warê berjewediyan de bi emperyalistan re têkilî û pêwendîyê dideynin kîjan rojê be bila bibe ew dê bedela wê bi awayekî herî giran bidin.”

Saglam di berdewama peyama xwe de anî ziman ku, failên esil ên komkujiyê nehatin darezandin û cezakirin û got: “Amerîka, Almanya, Brîtan, Fransa, Belçîka û welatên din ên Ewropayê  yên ku di şerê Îran-Iraqê de desteka çekên kimyewî û îstîxbaratê didan Sedam wek her carî ji vê yekê berpirsiyar nehatin dîtin. Amerîka û welatên Ewropa yên ku failên esil ên vê komkujiyê bûn zilamê xwe Sedam daleqandin. Amerîka û hevkarên wê û welatên Ewropa heta ku li Dadgeha Cezayê yên Neteweyî wek pêdankerê komkujiya Enfal û Helebceyê neyên darezandin û cezaya ku heq dikin ji wan re neyê dayîn d edalet tesîs nebe.Welatên Îslamê jî  ji bo ku wî kirasê reş ê di rabirdûya wan de ji ser xwe bavêjin û ji Kurdan re bibin piştevan divê Komkujiya Enfalê wek jenosîd û komkujiyê nas bikin.”

Saglam di dawiya peyama xwe de got: “Ji ber minasebeta salveger 33emîn a komkujiya Helebceyê ez lenetê li wan qetlîam û zilmên ku ev sed sal in li gelê Kurd tên kirin, dikim. Êş û elema wan kesên ku di komkujiya Helebcê de şehîd bûne hêj me diêşîne. Ez wan bi rehmet bi bîr tînim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst