Birîndarên kîmyabarana Helebcê hêj pêdiviya bi `çareseriya destpêkê` ye

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 33 sal ji karesata Helebceyê, kesekî wek Hawkar rojane 20 demjimêran amûra oksîjenê bi devê wî ve ye, bi qutbûna oksîjenê ji ser Hawkar û birîndarên din ên karesata dîrokî ya sedsala derbasbûyî, eger heye karesateke din biqewime.

Îro 33 sal di ser karesata kîmyabarankirina Helebceyê re derbas dibe ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibû encamdan û bû sedema şehîdbûna 5 hezar hemwelatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û koçberbûna hezaran malbatan.

Heta niha jî bandora wê pêketina metirsîdar li ser rewşa tendirustî û derûniya xelk û jîngeha navçeyê de her berdewam e.

Birîndarê çekên kîmyayî Hawkar Sabîr dibêje: “Bi Xwedê jiyana min bi vê amûrê ve girêdayî ye ligel dermanan, bi şevan heta sibehê bi vê amûra oksîjenê şiyar dibim, ne ez bi tenê, li Helebceyê ligel 25 birîndarên din rewşa me wiha ye. Şevê bi vê amûrê ve dirazim, jiyaneke nerehet, mirin baştir e ji wê jiyanê.”

16ê Adara 1988an hêzên esmanî yên Iraqê di serdema rejîma Sedam de bo dema 5 demjimêran li esmanê Helebceyê zîvirîn û gaza bijehr a Xerdelê avêtin xwarê. Di vê êrîşê de ku wek mezintirîn êrîşa kîmyayî di dîrokê de tê nasîn, bi kêmanî 5 hezar kesên sivîl canê xwe ji dest dank u piraniya wan jin û zarok bûn.

SB –Siweybe Mihemed – Rizgarbûya Kîmyabarana Helebceyê

“Du roj berî 16ê Adarê em hatin topbarankirin, berdewam di jêrzemînê de bûn, car hebû sê rojan min pêlav ji piyê zarokên xwe dernedixist, min digot bila amade bin bo revê. Di bin topbaranê de. Komelgeha Eneb hat bordûmankirin, şeş caran hat bordûmankirin, ji ber rê bû ber bi Îranê ve diçû, hemû xelkê di rê de jinav çûn.”

Piştî 33 sal ji karesata Helebceyê, îro jî kîmyabaran kabûseke, di warê hizrî û cesteyî de bestika rizgarbûyan girtiye. Heta niha 486 kes bi dijwarî ji ber kîmyabaranê birîndar in, mana 25 kesan ji wan di jiyanê de bi amûra oksîjenê ve girêdayî ye, 142 kes jî bêserûşûnin.

Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê Luqman Ebdulqadir jî got: “Rewşa birîndaran ji ber nebûna cihekî taybet û çavdêriyeke hûr ber bi xirabî û xirabtir diçe, piştî 33 sal ji karesata Helebceyê, niha jî birîndar di rewşa destpêkê de ne, pêdiviya birîndarên kîmyabaranê bi oksîjen û çareseriyê heye.”

Piştî derbasbûna 33 salan di ser wê bûyerê re, çavê nêzîka 200 hezar akinciyên Helebceyê li civaka navdewletî ye ku dadwerî serwer be û yên destê wan di vê êrîşê de hebû bên cezakirin. Daxwaza Helebceyiyan di demekê de ye Sedam Husên berpirsyarê yekem ê wê karesatê ye, bi tawanê kuştina 198 kesan di dosyeya Ducêl de hat darvekirin.