Nêçîrvan Barzanî: Em tekeziyê li ser yekrêzî û pêkvejiyana hemû pêkhatên Kurdistanê dikin

16-03-2021
RÛDAW
Nîşan Kîmyabarana Helebcê Komkujiya Helebce Nêçîrvan Barzanî Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi boneya 33mîn lavegera kimyabarankirina Helebce peyamek belav kir û tê de ragihand: “Di bîranîna ku tu demekê ji bîr neçûyê wê kareseta mezina li ser gelê me da hat,  wekî herdem tekez li ser yekrêzî û tebayî û pêkveyiya hemû aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikin. Wefadariya me ya ji bo xwîna şehîdan û bi vala neçûna ked û xebata gelê me, her ewe ji me dixwazê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi boneya 33emîn salvegera kîmyayabarana Helebcê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Îro 33 sal li ser kîmyabarankirina Helepcê bi destê rejîma Baes û şehîdbûna zêdetirê 5 hezar welatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û wêranbûna bajar û derbederbûna xelkê wê da derbas dibe. Di bîranîna ku tu demekê ji bîr neçûyê wê kareseta mezina li ser gelê me da hat, ji bilî rêz û silav û xwe çemandina li asta şehîd û qurbaniyan de, wekî herdem tekez li ser yekrêzî û tebayî û pêkveyiya hemû aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikin. Wefadariya me ya ji bo xwîna şehîdan û bi vala neçûna ked û xebata gelê me, her ewe ji me dixwazê.”

Barzanî diyar kir ku di vê bîranînê de dûbare tekez li girîngîdana zêdetirê Helepc û xelkê wê dikîn û got: “Xizmeta birîndaran û kesukarên qurbaniyan, kar û hengavên zêdetir dixwazê ku hêjayê parêzgehê Helepce û nîştecihên wê yên serbilind û sitemdîtî bê. Dawakarîn ji Hikûmeta Iraqa Federal, wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, li vê derbarî de erkê xwe bi cîh bike û ji bo qerebûkirina nîştecihên wê û jîngeha wêrankirî û jehrawîkirina parêzgehê Helepcê, pêngavên kirdarî bavêje.”

Serokê Herêma Kurdistanê daxwazê ji civaka navdewletî jî dike, ku karên ciddî bikin bo ku qedexekirina berhemhênan û bikaranîna hemû cûre çekekî komkujî û nehiştina çek û teknolojiya mirinê û got jî: “Divê ev xema hemû cîhanê ya bi navê parastina jiyan û jîngeh û şaristaniyetê be.”

Nêçîrvan Barzazî di dawiya peyama xwe de dibêje: “Şehîdên Helebece û hemû şehîdên gelê me, hertim li bîrin û di wijdana Kurdistaniyan de zindî ne. Slav bo canê paqijê wan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst