Qurbaniyên Helebceya Şehîd tên bibîranîn

16-03-2021

15:26

Partiyên Kurdistanî: Gelê Kurdistana mezin bi hişmendiyeke neteweyî tevdigere

PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR li Amedê bi boneya 33emîn salvegera komkujiya Helebceyê daxuyanyek hevbeş dan
PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR li Amedê bi boneya 33emîn salvegera komkujiya Helebceyê daxuyanyek hevbeş dan

Her pênc partî û tevgerên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê, PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR Li Amedê di heqê kîmyabarana Helebceyê de daxuyanîyek hevbeş dan û tê de ragihandin: “Cihê serbilindiyê ye ku gelê Kurd li Bakur, Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê xwedî li wan xwîşk û birayên xwe yên mişextbûyî derket, bi hemî derfetên xwe alîkariya wan kir û birîna wan derman kir. Ew yek jî carek din îsbat kir ku, herçend axa Kurdistanê hatibe parçekirin û tu dewleteka serbixwe ya kurdan îro tune be jî, gelê Kurdistana mezin bi hişmendiyeke neteweyî tevdigere.

PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR îro 16ê Adara 2021an Cemîyeta Rojnamevanan a Amedê bi boneya 33emîn salvegera komkujiya Helebceyê de daxuyanîyek hevbeş dan û ragihandin ku wan komkujiya Helebceyê ji bîr nekirine û dê ji bîr nekin.

Partî û tevgerên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê tekez dikin ku ti dewleteke cîhanê li hember wê êrîşa hovane ya li dijî Helebceyê dengê xwe dernexist û herwiha  “rejîma jenosidkar” şermezar nekirin.  

Di daxuyaniya wan hate gotin: “Herçend axa Kurdistanê hatibe parçekirin û tu dewleteka serbixwe ya Kurdan îro tune be jî, gelê Kurdistana mezin bi hişmendiyeke neteweyî tevdigere, bi êş û jana her kurdekî li ser rûyê cihanê xemgîn dibe û bi serkeftina wan kêfxweş dibin.”

Ev jî daxuyanîya hevbeş a 5 partî û tevgerên Kurdistanê ye:

“Wekî tê zanîn, 33 sal berê rojek wek îro, dewleta dagîrker a Îraqê li devera bajarê Helebcê bi balafirên leşkerî êrîşêke esmanî li dijî gelê Kurdistanê li dar xist û ji wan balafiran çekên kîmyayî bi ser Kurdistaniyên sîvîl de barand. Di encama wê êrişa namerdane de mixabin nêzîkê 5 hezar zar û zêç, pîr û kal û jin û mêr jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Ew êrîş beşek ji operasyona Enfalê bû, ku dewleta dagîrker di 1983yan de dest pê kiribû, 182 hezar Kurdistanî qetil kiribû û armanca wê yekser têkbirina şoreşa li Başûrê Kurdistanê bû.  

Hêjayî gotinê ye ku di wê demê de, bi sed hezaran ji gelê sîvîl ên Başûrê welatê me naçar man ku terka mal û warên xwe bikin da ku malbat û zarokên xwe ji mirinê xilas bikin! Dewletên cihanê li hember vê karesata mezin xwe kerr û lal kirin û kurdan bi tena serê xwe hêştin. Çend dorûberên piçûk ne tê de, tu dewleteke cîhanê li hember vê êrîşa hovane ya li dijî welatiyên me yên sivîl ne rabû ser lingan, ne dengê xwe bilind kir û ne jî rejîma jenosidkar şermezar kir.  

Lê belê, cihê serbilindiyê ye ku gelê kurd yê li Bakur, Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê xwedî li wan xwîşk û birayên xwe yên mişextbûyî derket, bi hemî derfetên xwe alîkariya wan kir û birîna wan derman kir. Ew yek jî carek din îsbat kir ku, herçend axa Kurdistanê hatibe parçekirin û tu dewleteka serbixwe ya kurdan îro tune be jî, gelê Kurdistana mezin bi hişmendiyeke neteweyî tevdigere, bi êş û jana her kurdekî li ser rûyê cîhanê xemgîn dibe û bi serkeftina wan kêfxweş dibin.  

Lewra, herçend operasyona jenosîdkar a Enfalê û komkujiya Helebceyê, di dîroka nêzik a kurdan de karesateke mezin be jî, divê neyê jibîrkirin ku jenosîda li hember Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê îro jî berdewam e û ev jenosîd, ne tenê bi awayê kuştina Kurdan tê birêvebirin. Dewletên dagîrker bê rawestan û bi hev re hewl didin ku Kurdan bi awayê çandî û siyasî jî ji holê rabikin. Ev siyaseta dewletên dagîrker çawa 33 sal berê li Helebçe rû da, îro jî heman siyaset li Kerkûkê, li Efrînê, li Serê Kaniyê, li Mehabadê û li Amedê jî tê meşandin.  

Lê, careke din cihê serbilindiyê ye ku, gelê me yê li çar aliyê Kurdistana mezin, bi hişmendîyeke neteweyî li hember vê siyaseta jenosîdkar radibe, li ber xwe dide û têkoşîna xwe didomîne.   

Tu jenosîd û zilman, li her çar perçeyên Kurdistanê jî nikarîbûye rê li ber têkoşîna doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bigire. Keç û kur û neviyên qurbaniyên jenosîda Helebceyê îro li Başûrê Kurdistanê bi destkeftîna dewleta federe, Alaya Kurdistanê li ser Parlamentoya Kurdistanê li ba didin. Her wan keç û kur û neviyên qurbaniyên jenosîda Helebveyê,  di 25ê Îlona 2017an de,Kerkûk û Şingal jî tê de li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê, di Referandûma Serxwebûnê de, bi awayekî demokratîk, bi rêjeya ji %93yê ji serxwebunê re gotin ‘Belê!’ 

Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa û raya giştî ya cîhanê dikin ku roja 16ê Adarê weke roja jenosîda Kurdan qebûl bikin. Bi heman rengî em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ji bo vê armancê ligel hemû hêzên welatparêz kar û xebatê bike. 

Bi van hest û ramanên xwe yên neteweyî, em wekî partî û rêxistinên Kurdistanî, li ked û xebat û destkeftiyên neteweyî, niştimanî yên li her çar perçeyên Kurdistanê xwedî derdikevin. Em bi helkefta 33min salvegera komkujiya Helebceyê, hemî qurbanîyên jenosîda Helebceyê û giyanên pîroz ên şehîdên doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.”

Zêdetir bixwîne

14:43

HUDA-PAR: Alema Îslamê dengê xwe ji komkujiyê re dernexist

Serokê Giştî yê HUDAPARê bi bomeya salvegera kîmyabaran Helebceyê peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) –  Serokê Giştî yê HUDA-PARê Îshak Saglam ragihand ku berpirsyarên Komkujiya Helebceyê divê bên darizandin û bi cezayê ku heq dikin bên cezakirin. Îshak Saglam herwiha got: “Piştî komkujiyê ne Şerq û ne jî Xerb û ne jî alema Îslamê dengê xwe ji vê qetlîam û qirkirinê re dernexist.”

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Îshak Saglam bi boneya  33emîn salvegera kîmyabarankirina bajarê Helebceyê ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û got komkujî di 16ê Adara 1988an de bi êrîşeke kîmyawî hat kirin wek rûpeleke reş di dîrokê de cih digire.

Saglam di destpêka peyama xwe de destnîşan kir, Kurd li ber çavê dinyayê hatin qetilkirin û wiha pê de çû: “Operasyona Enfalê û êrîşên ku tê de Kurd li ber çavê temamê dinyayê hatin qirkirin...Li Iraqê  Rejîma Baasê ya ku Saddam Huseyn jê re serokatî dikir bi mebeste qirkirina Kurdan di sala 1986an de operasyoneke bi navê Enfalê da destpêkirin. Di naveyna operasyonên ku 3 sal berdewam kirin de zêdetirî 180 hezar Kurd hatin qetilkirin.Dema ku dîrok 16ê Adara sala 1988an de nîşan dida di bergeha operasyona Enfalê de êrîşa hovtirîn li bajara Helebceyê hat kirin. Di encama êrîşa kimyewî ya ku li hember bajara Helebceyê hat kirin de nêzî 5 hezar kes hatin qetilkirin ku ji sedî 70yê van kesên ku hatin qetilkirin pîrek û zarok bûn. Bandora wan çekên kimyewî yên ku hatin bikaranîn îro jî berdewam dike. Tê diyarkirin ji ber wan çekên kimyewî heta roja me ya îro 45 hezar kesan wefat kirin û zêdetirî 60 hezar însan jî seqet man.  Ji ber qetlîama ku hat kirin bi hezaran malbat hilweşiyan û bi deh hezaran zarok jî winda bûn.”

Ddi berdewama peyama xwe de Saglam bal kişand li ser bêdenguya ku li hember zilm û qetlîamê dihat nîşandan û wiha li peyama xwe zêde kir: “Piştî qetlîamê ne Şerq û ne jî Xerb û ne jî alema Îslamê dengê xwe ji vê qetlîam û qirkirinê re dernexist. Tu kes ev komkujî neanî rojevê. Welatên Îslamê û welatên rojavayî yên ku di dijberîya Îranê de destek didan Sedam û Bloka Rojhilat a ku di warê îdeolojîyê de Iraqê ji xwe re nêzîk didît  ew qetlîamê ne dît, ne bihîst û ne jî axivî. Temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê ker û lal kiribû. Lewra kesên ku dihatin qetilkirin Kurd bûn, Misliman bûn, mezlûm bûn, bêkes û bêxwedî bûn...Piştî peymana Sykes-Picot, Kurd neketin bin fermandarîya emperyalistan û li gorî  rola ku ji wan re hatibû xêzkirin hereket nekiribûn û ji ummeta Îslamê re îxanet nekiribûn. Ji sedemên herî girîng a bi destê Sedam cezakirina Kurdan yek jî ev bû. Welatên Îslamê, şopa lingên wan qetlîamên nû yên ku îro li ser erdnigarîya Îslamê tên kirin dê di bêdengîya ku di warê qetlîama Helebceyê de hat nîşandan de bibînin.”

 

Saglam di berdewama peyama xwe de destnîşan kir: “Dîrok careke din bi me da zanîn ku dostên emperyalistan tune ye, bes berjewendiyên wan hene. Dîsa dîrok bi me da zanîn ku ew kesên ku di warê berjewediyan de bi emperyalistan re têkilî û pêwendîyê dideynin kîjan rojê be bila bibe ew dê bedela wê bi awayekî herî giran bidin.”

 

Saglam di berdewama peyama xwe de anî ziman ku, failên esil ên komkujiyê nehatin darezandin û cezakirin û got: “Amerîka, Almanya, Brîtan, Fransa, Belçîka û welatên din ên Ewropayê  yên ku di şerê Îran-Iraqê de desteka çekên kimyewî û îstîxbaratê didan Sedam wek her carî ji vê yekê berpirsiyar nehatin dîtin. Amerîka û welatên Ewropa yên ku failên esil ên vê komkujiyê bûn zilamê xwe Sedam daleqandin. Amerîka û hevkarên wê û welatên Ewropa heta ku li Dadgeha Cezayê yên Neteweyî wek pêdankerê komkujiya Enfal û Helebceyê neyên darezandin û cezaya ku heq dikin ji wan re neyê dayîn d edalet tesîs nebe.Welatên Îslamê jî  ji bo ku wî kirasê reş ê di rabirdûya wan de ji ser xwe bavêjin û ji Kurdan re bibin piştevan divê Komkujiya Enfalê wek jenosîd û komkujiyê nas bikin.”

Saglam di dawiya peyama xwe de got: “Ji ber minasebeta salveger 33emîn a komkujiya Helebceyê ez lenetê li wan qetlîam û zilmên ku ev sed sal in li gelê Kurd tên kirin, dikim. Êş û elema wan kesên ku di komkujiya Helebcê de şehîd bûne hêj me diêşîne. Ez wan bi rehmet bi bîr tînim.”

Zêdetir bixwîne

12:07

Mihemed Cewad Zerîf: Kîmyabarakirina Helebce êrişeke bê şerm bû

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi boneya salvegera kîmyabarankirina Helebce li ser twittera belav kir, 16 Adarê 33 salvegera kîmyabarankirina Helebce ye.

Mihemed Cewad Zerîf herwiha dibêje, kîmyabarankirina wî bajarî û kuştina 5 hezar kes, êrîşeke bê şerm bû li ser xelkê sivîl.

Zerîf di heman demeê de nivîsiye ku ew rojavayîyên ku çekên kîmyayî frotine Sedam Husên, naxwazin salvegera Helebce bikin.

Zêdetir bixwîne

11:53

Serok Barzanî: Hêj hizra şovenîstî li Iraqê serdest e

Serok Mesûd Barzanî

Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera kîmyabarana Helebcê peyamnek belav kir û rê de ragihand: “Hêj hizra şovenîstî li Iraqê serdest e û înkara mafên gelê Kurdistanê tê kirin.”

Mesûd Barzanî di peyam xwe de dibêje: “Cihê şermek e mezin e piştî tewanê kîmyabaran Helebcê û ew jenosîda li dijî xelkê Kurdistanê pêkhatiye, hêj deng û hizra şovenîstî li Iraqê serdest e û dijatiya mafên gelê Kurdistanê tê kirin.”

 

Zêdetir bixwîne

11:31

Nêçîrvan Barzanî: Em tekeziyê li ser yekrêzî û pêkvejiyana hemû pêkhatên Kurdistanê dikin

Nêçîrvan Barzanî îro bi boneya 33emîn salvegera kîmyayabarana Helebcê peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi boneya 33mîn lavegera kimyabarankirina Helebce peyamek belav kir û tê de ragihand: “Di bîranîna ku tu demekê ji bîr neçûyê wê kareseta mezina li ser gelê me da hat,  wekî herdem tekez li ser yekrêzî û tebayî û pêkveyiya hemû aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikin. Wefadariya me ya ji bo xwîna şehîdan û bi vala neçûna ked û xebata gelê me, her ewe ji me dixwazê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi boneya 33emîn salvegera kîmyayabarana Helebcê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Îro 33 sal li ser kîmyabarankirina Helepcê bi destê rejîma Baes û şehîdbûna zêdetirê 5 hezar welatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û wêranbûna bajar û derbederbûna xelkê wê da derbas dibe. Di bîranîna ku tu demekê ji bîr neçûyê wê kareseta mezina li ser gelê me da hat, ji bilî rêz û silav û xwe çemandina li asta şehîd û qurbaniyan de, wekî herdem tekez li ser yekrêzî û tebayî û pêkveyiya hemû aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikin. Wefadariya me ya ji bo xwîna şehîdan û bi vala neçûna ked û xebata gelê me, her ewe ji me dixwazê.”

Barzanî diyar kir ku di vê bîranînê de dûbare tekez li girîngîdana zêdetirê Helepc û xelkê wê dikîn û got: “Xizmeta birîndaran û kesukarên qurbaniyan, kar û hengavên zêdetir dixwazê ku hêjayê parêzgehê Helepce û nîştecihên wê yên serbilind û sitemdîtî bê. Dawakarîn ji Hikûmeta Iraqa Federal, wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, li vê derbarî de erkê xwe bi cîh bike û ji bo qerebûkirina nîştecihên wê û jîngeha wêrankirî û jehrawîkirina parêzgehê Helepcê, pêngavên kirdarî bavêje.”

Serokê Herêma Kurdistanê daxwazê ji civaka navdewletî jî dike, ku karên ciddî bikin bo ku qedexekirina berhemhênan û bikaranîna hemû cûre çekekî komkujî û nehiştina çek û teknolojiya mirinê û got jî: “Divê ev xema hemû cîhanê ya bi navê parastina jiyan û jîngeh û şaristaniyetê be.”

Nêçîrvan Barzazî di dawiya peyama xwe de dibêje: “Şehîdên Helebece û hemû şehîdên gelê me, hertim li bîrin û di wijdana Kurdistaniyan de zindî ne. Slav bo canê paqijê wan.”

Zêdetir bixwîne

10:56

Parlamentoya Kurdistanê: Bila civaka navdewletî komkujiya Helebce wek jenosîd nas bike

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi boneya salvegera kîmyabarana Helebcê peyamek belav kir

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi boneya 33emîn salvegera kîmyabarana Helebcê, peyamek belav kir û tê de ragihand, “Divê Hikûmeta Federal a Iraqê kar bi biryara Dadgeha Bilind a Tawanan û madeya 132 a destûra Iraqê bike û kesûkarên şehîd û qurbaniyên Helebceyê qerebû bike. Erkê Encûmena Nûneran jî, yasayeke taybet ji bo naskirina jenosaydên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin derbixe û tê de mafên kesûkarên şehîd û qurbaniyan biçespîne.”

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê  di peyama xwe de dibêje: “16ê Adarê di bîranîn û dîroka gelê me de birînek e tu carî nayê dermankirin û di wîjdana her kurdekî birîneke kûr û bêdawî ye.”

Serokatiya Parlamentoyê herwiha dibêje: “Kîmyabarana Helebce, Hewraman û Şarezor û gundê derdorê, rûpeleke reş di dîroka rêjîma Beis a rûxandî ye. Ev Tawana li dijî mirovahiyê, ne tenê li dijî gelê me hatiye kirin, di heman demê de li dijî mirovahiyê ye, wek Hîroşîma, Nakazakî û Kolokost e. Ji ber wê, di vê bîranîna xemgîn de careke din encamderên vê tawana mezin şermezar dikin. Hevdem daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên mirovî yên cîhanê dikin, vê tawana li dijî mirovahiyê wek jenosîd nas bike, ji bo li ti cihekî din ê cîhanê ew dubere nebe û gelê Kurdistanê jî ji her gefekê ji cureyê bê parastin.”

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê herwiha ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku kesûkarên şehîd û qurbaniyên Helebceyê qerebû bike û dibêje: “Erkê Encûmena Nûneran jî, yasayeke taybet ji bo naskirina jenosîdên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin derbixe û tê de mafên kesûkarên şehîd û qurbaniyan biçespîne.”

Parlamentoya Kurdistanê herwiha tekez kir ku ew piştevaniya li tevahiya daxwazên xelkê Helebce wek erkê xwe dizanin.

Zêdetir bixwîne

10:41

Tirkiye: Em hevxemê êşa Helebceyê ne

Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê bi boneya salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir

Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê, bi boneya salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir û tê de got: “Tirkiye îro jî hevxemê komkujiya Helebceyê ye.”

Konsolxaneya Giştî ya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê bi boneya 33mîn Salvegera Komkujiya Helebcê peyamek belav kir û tê de ragihand ku ew jana ku komkujiyê bi pey xwe anî, heta îro bi kûrahî hest pê tê kirin.

Konsolxanyê di peyama xwe de ya ku bi taga "#Helebce" belav kir de behsa jana paşmayiya komkujiya navborî kir.

Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê di peyama xwe dibêje: “Li Helebceyê di 16ê Adara 1988an de qetilkirina bi hezaran sivîlan bi kîmyabaranê ji aliyê rejîma Baesê ve, dê di dîrokê de her tim wek rûreşiyeke were bîranîn.”

Konsulxaneyê herwiha li ser navê Tirkiyê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên kîmyabaran Helebceyê pêşkeş kir û got: “Tirkiye ku deriyê xwe ji xwîşk û birayên xwe yên Kurd ên ji ber wê êrişa hovane reviyanbûn vekir, îro jî em hevxemê vê êşa mezin e. Em qurbaniyên komkujiya Helebceyê bibîr tînin û ji Xwedeyê mezin bo wan dilovaniyê dixwazin.”

Zêdetir bixwîne

10:38

Azad Tewfîq: Pêwîste miameleyeke taybet li gel Helebce bê kirin

Parêzgarê Helecce Azad Tewfîq

Parêzgarê Helecce Azad Tewfîq ji Rûdawê reragihand, birîn û xema Helebce ewqas mezine ku bi gavek û du gavên avakirinê nayê sarêjkirin û dermankirin.

Azad Tewqfîq dibêje ku pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê miameleyeke taybet li gel Helebce bike.

Azad Tofîq derbarê terxankirina 30 milyar dînar ji bo Helebce ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve got, ew yek gavek baş e, lê wan daxwaza 100 milyon dolarî ji bo avedankirina Helebce kirine ji ber 252 projeyên wan rawestiyane û gelek ciwanên parêzgehê bêkarin.

Zêdetir bixwîne

10:20

Mesrûr Barzanî: Ez hêvî dikim em xizmetêkî hêjatir bo Helebceyê bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir û tê de got: “Ez hêvî dikim di siberojê de em bikarin xizmeteke şayestetir ji bo Helebce û deverên din ên Herêma Kurdistanê bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 33yemîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Di 33yemîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebce û derdora wê de, em bi rêz û rûmet şehîdên vê tawana mezin a rejîma Baesê bi bîr tînin, ku çekên qedexekirî, bi hezaran mirovên bêtawan şehîd kir û bi hezaran jî birîndar kir, ku hinek ji wan heta niha jî ji destê êş û janên wê dinalin.”

Barzanî dibêje, Helebce bûye nasname û sembola xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê li Cîhanê, Ji ber vê yekê pêwîst e salvegera şehîd û qurbaniyên wê tawanê, zindî bihêlin û hewlên me berdewam bin da ku Hikûmeta Iraqê qereboya kesûkarê şehîd û birîndarên vê tawana mezin bike û em bixebitin da ku rê li ber dubarebûna jenosîdkirina gelê Kurdistanê û her gel û netewe û pêkhateyên din li cîhanê were girtin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman ku kîmyarankirina bajarê Helebce û derodra wê bi rêz û keramet bibîr tînin, ku ji ber wê tawanê, bi hezaran mirovên bêtawan şehîd û birîndar bûn, ku hinek ji wan heya niha jî, ji ber êş û azarên xwe dinalênin û  got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku berhema xwîna şehîdan e, her dem xizmetkirina li malbatên serbilind ên şehîdan, weke erkê xwe yê ewil dibîne. Di çend rojên derbasbûyî de di çarçoveya projeyên pêşvebirina parêzgehan û projeya wezaretan de, me rizamendî li ser çendîn projeyên xizmetguzarî di warên pir, rê, av, elektrîk, nûjenkirina dibistan û nexweşxaneyên parêzgeha Helebceyê de da. Ez hêvî dikim di siberojê de em bikarin xizmeteke hêjatir ji bo Helebce û deverên din ên Herêma Kurdistanê bikin.

Zêdetir bixwîne

10:17

972 birîndarên çekên kîmyayî pêwîstiya wan bi çarserkirinê li derve heye

Yek ji birîndarên Helebceyê

Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce ragihand, 5 birîndarên çekên kîmyayî di çaverêkirina şandina wan bo derve bo çareserkirinê de canê xwe ji dest dan.

Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce Luqman Ebdulqadir ji Rûdawê re ragihand, ji 972 birîndarên çekên kîmyayî, ku pêwîstiya wan bi çareserkirinê li derveyî welat hebû, kes ji wan nehat şandin, 5 kes ji wan canê xwe ji dest dane.

Biryar bû sala borî 53 ke ji wan bo Îranê bêne şandin lê ew jî nehat kirin.

Luqman Ebdulqadir behsa wê yekê jî kir, ji wan 53 birîndarên çekên kîmyayî ku biryar bû sala borî bo Îranê bêne şandin, ji ber vîrûsa corona û çend sedemên din heya niha neçûne û 3 ji wan birîndaran canê xwe ji dest dane.

Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce herwiha got, li Herêma Kurdistanê 972 birîndarên çekên kîmyayî hene û pêwîstiya wan bi çarserkirinê li derve heye.

Zêdetir bixwîne

10:12

Qurbaniyên Helebceya Şehîd tên bibîranîn

Di ser Komkujiya Helebce re 33 sal derbas bûn

Di 16ê Adara 1988an da bi fermana Sedam Huseynê serokê berê yê Iraqê li dijî Helebceyê êrîşa kîmyewî hat lidarxistin û li ser bûyerê re 33 sal derbas bûn, lê ew trajêdiya mirovahiyê ya ku wê rojê qewimî nayê jibîrkirin.

Di 16ê Adara 1988an de, desthilatiya Beisê û Sedam Hisên, bi çekên kîmyewî û biyolojîk, jin û zarok û kalemêr û pîrejin, ji 5 hezarî zêdetir Kurdên Helebceyî, li ber çavên hemû cîhanê qetil kirin, lê ew trajediya mirovahiyê ya ku wê rojê qewimî naye jibîrkirin.

Bi fermana Sedam Huseyne seroke rejima Bease, Eli Hesen Mecide pismame wi ye ku bi nasnave "Eliye Kimyewi" te naskirin di 16e adara 1988an da bi bombeyen xerdel û sarine erişi Helebceya li nezîkî sinore Îrane kir.

Destê sibehê saet derdora 10.50yi êrîşa navenda Helebcê û derdora wê hat kirin û di nav bajêr de behna sêvan belav bû û 5 hezar kesen Helebceyî yên ku haya wan ji tiştekî tunebû mirin.

Di êrişa bi çekên kîmyewî de derdora 5 hezar kes hatibûn kuştin û ji 7 hezarî zîdetir mirov ji birîndar bibûn.

Kesên ku man jî ji tirsa êrişeke din bi wesayîtan û peyatî ber bi sinorê Îranê ve reviyan. Gelek ji zarokên wê demê destên wan ji malbaten wan qut bû, yan winda bûn yan ji ji bîxweditî ketin etîmxaneyên Îrane. 74 malbaten mexdûrê êrişê ji bo ku 179 zarokên wan en windayî werin dîtin serî li meqamen Îran û Iraqê xistin lêbelê ti encam bi dest nexistin.

Komkujiya Helebce ya ku di şexsê gelê Kurd de, li hemberî mirovahiyê û hemû nirxên mirovahiyê pêk hatiye, wekî sûcê mirovahiyê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye.  

Gelê Kurd, ku ji bo xîreta xwe ya neteweyî ditekoşe, êşa bi dehan komkujîyan, bi hovitîya Helebcê di kûrahiya dilê xwe de jiya.

Zêdetir bixwîne