Tirkiye: Heta îro jî hest bi jana Komkujiya Helebceyê tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Konsolxaneya Giştî ya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê di peyama xwe ya mebesta bi 32yemîn Salvegera Komkujiya Helebceyê de ragihand ku ew jana ku komkujiyê bi pey xwe anî, heta îro bi kûrahî hest pê tê kirin.

Konsolxaneya Giştî ya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê bi boneya Salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek weşand.

Konsolxanyê di peyama xwe de ya ku bi taga "#Helebce" belav kir de behsa jana paşmayiya komkujiya navborî kir.

Di peyamê de wiha hat gotin:

"Em careke din yada wan xuşk û birayên xwe yên ku 16ê Adara 1988an di êrîşa kîmyabarana rejima Beasê ya dijî Helebceyê de canê xwe ji dest dan, dikin. Xwedê wan bi rehma xwe şad bike. Berî niha 32 salan welatê me deriyên xwe ji bo xuşk û birayên me yên mexdûrên wê êrîşê re vekirin. Ew jana ku komkujiyê li pey xwe anî, heta îro bi kûrahî hest pê tê kirin."

Êrîşa kimyewî ya dijî Helebceyê wekî asta dawîn a Operasyona Enfalê ye ku Sedam Husên di dema Şerê Îran-Iraqê de li dijî Kurdan li dar xist.

Sedam Huseyn bi îdiaya ku di şer de piştgiriyê didin Îranê, fermana kîmyabarana gelê Helebçeyê da. Li ser vê balafirên şer ên artêşa Iraqê 16ê adara 1988an ji asîmanan ve bombeyên gazê bi ser gelê Helebceyê de barandin.

Di êrîşê de derdora 5 hezar kes hatibûn kuştin û ji 7 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bibûn.”