Li Kobanî Şaneya Krîzê bo koronayê hat damezrandin

Kobanî (Rûdaw) – Bi mebesta xweparastin û rûbirûbûna vîrusa koronaya nû (Covid-19)  li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê “Şaneya Krîzê” hate damezrandin ku ji desteya tendirustî, desta hundir a Rêveberiya Xweser pêk tê.

Li Rojavayê Kurdistanê tevî ku heta niha haleteke tûşbûna vîrusa koronayê nehate tomarkirin, lê tedbîrên li hemberî belavbûna wê vîrusê têne wergirtin.

Li Rojavayê Kurdistanê û li bakur û rojhilatê Sûriyê nimêja înê li mizgeftan û nimêja bi cemaat ji ber nexweşiya vîrûsa koronaya nû hatin rawestandin. Her wiha hemû ders û kursên olî li mizgeftan êdî nayên dayîn. Ev biryareke desteya olî ye li rojavayê Kurdistanê.

Li Kobanî jî, tedbîr têne standin, bêhnvedana fermî dest pê kir û navendeke taybet bi karantînê hate amadekirin. Li Kobanî Şaneya Krîzê hate damezrandin û yekser rêkar û tedbîrên pêwîst ji bo rûbirûbûna vîrûsa Koronayê standin.

Derbarê mijarê de Hevseroka Desteya Tendurstî li Herêma Firatê Hedila Hesen ji Rûdawê re got: “Me cihek ji karentînekirinê çêkiriyê û me alavên bijîşkî peydakirine.”

Berî ku civîna Şaneya Krîzê bi dawî bibe, tîmên şaredarî û tendirustiyê dest bi reşandin û pak û paqijkirina sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser kirin.

Li taxê Mişte Nûrê jî, cihek  ji bo karentînekirinê hate vekirin û 14 qerewêleyan li xwe digire.

Li Kobanî heta niha tevgera xelkê li bazar û cihên giştî wek rojên berê berdewam e, piraniya xelkê wek pêwîst pabendî şîret û rênimayên tendirustî yên ji bo rûbrûbûna  koronayê tên belavkirin nabin.

Welatiyê bi navê Mihemed Mistefa jî dibêje: “Hemu derên ku gel kom dibê xelk tedbîrin xwe distînin, lê her tişt bihaye.”

Welatî Şukrî Henîfî jî got: “Milet heta niha ti amadekariyên xwe nekirine. Divê Desteya Tendirustî li ser xelkê bi gerê û tiştên pêwîst bike.”

Bi awayekî fermî, heta vê gavê jî, ti helatên nexweşketina bi vîrûsa koronayê ne li Rojavayê Kurdistanê û ne Sûriyê nehatine tomarkirin.