Mesrûr Barzanî: Komkujiya Helebceyê beşek bû ji siyaseta qirkirina netewa me

16-03-2020
Nîşan Kurdistan Kurd Helebce Kîmyabarana Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi helkevta 32mîn salvegera kîmyabarankirina Helebceyê peyamek belav kir û ragihand, "komkujiya Helebceyê tawaneke mezin bû ku li hember netewa me hat kirin" û tekez kir, ku ev tawan "beşek ji siyaseta qirkirina gelê Kurdistanê".

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de komkujiya Helebceyê wek birîneke kûr di dîroka gelê Kurdistanê de bi nav dike û dibêje, ew tawana mezin a li hember netewa Kurd nîşaneya wê zordarî û sitemkariyê ye ku di derheqê gelê Kurdistanê de hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser xizmetkirina kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan û dibêje: "Hikûmeta herêma Kurdistanê ku berhema xwîna şehîdan û berxwedana gelê me ye, tevahiya hewlên xwe bo xizmetkirina zêdetir a kesûkarên şehîd û enfalkiriyan dixe tevgerê".

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan dike: "Lazime ev bîranînên terajedîk me zêdetir han bidin bo yekrêzî, yekgirtîbûn û karkirina hevbeş ji bo serkevtina bi ser tevahiya karesat û rewşên dijwar de".

Naveroka peyama Mesrûr Barzanî bi vî awayî ye:

Îro 32 sal bi ser kîmiyabaran kirin û komelkujiya bajarê Helebceyê re ku beşek bû ji siyaseta genosîdkirina gelê Kurdistanê, derbas dibe.

Ev tawana han ya mezin ya ku li hember netewa me hate kirin, birîneke kûre di dîroka gelê Kurdistanê de û nîşaneya ev stemkarî û zordariye ku li hember gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê ku berhema xwîna şehîdan û berxwedana gelê me ye, tevahiya hewlên xwe bo xizmet kirina zêdetir ya kesûkarên şehîd û enfal kiriyan bi tevger dike.

Lazime ev bîranînên terajedîk me zêdetir han bidin bo yekrêzî, yekgirtî û kar kirina hevbeş bo zalbûn bi ser tevahiya karesat û rewşên dijwar de.

Serê rêz û newazişê bo canê paqêj ya şehîdên Helebce û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

16.3.2020

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst