Encûmena Wezîran ji Iraqê daxwaz dike ku Helebceyê qerebû bike

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di 31emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de peyamek belav kir û daxwaz dike ku hikûmeta Iraqê, ji aliyê madî û menewî ve Helebeceyê qerebû bike.

 

Encûmena Wezîran di peyama xwe de diyar kiriye ku "em ji hikûmeta Iraqê çaverê dikin ku erkê xwe yê yasayî û exlaqî derheqê vê parêzgehê û niştecihên wê de bi hemû cure giringîdanê cîbicî bike".

 

Li ser qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê, Encûmena Wezîran dibêje ku "bîranîna vê karesatê, ji bilî ku ji qurbaniyên gelê me û dîroka me ya tijî têkoşîn û qurbanîdanê re rêzgirtin e, tekezkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye jî bo giringîdana cidî ya jiyan û xizmetkirina birîndaran û malbat û xizmên qurbaniyên çekên kîmyayî û xizmetkirina zêdetir ji bo Helebceya ezîz".

 

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê herwiha eşkere dike: “Weke çawa Helebceya Şehîd sembola êş û qurbaniya gelê me ye, bi heman şêwe jî sembola xweragirî û zindîmanê ye.”