Zarokên gundê Koço daxwaz dikin ku çarenivîsa dayîk û bavên wan eşkere bibe

16-03-2019
Yûsif Mûsa
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Koço Şinga Kurdên Êzidî Dayîk Bav Zarok
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Heta niha zêdetirî 100 zarokên gundê Koço bê dayîk û bav in, beşek ji wan jî yek ji dayîk û bavê xwe piştî êrişa DAIŞê winda kirine.

 

Zarokeke bê bav a ji gundê Koço ku niha li kampa Riwange ya li bajarokê Batêl ê ser bi Zaxoyê ye, dibêje ku DAIŞê xizmên me revandine û daxwaz dike ku çarenivîsa bavê wê were eşkerekirin.

 

Li gor amarên kampa Riwange 1250 kes ji gundê Koço ketibûn destê çekdarên DAIŞê. Lê heta niha 660 kes ji aliyê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin û heta niha jî winda ne.

 

Xirnof Xelef ku xizmên wê ji ber êrişa DAIŞê bûne qurbanî, ji Rûdawê re ragihand ku ji malbata wê 14 kes di destê DAIŞê de ne û derbarê wan de ti zanyariyên wan tine ne, herwiha haya wan jê tine ye ku gelo hatine kuştin, yan girtî ne.

 

Ji xelkê gundê Koço, 590 kes winda ne, welatiyên li kampa Riwange li benda xizmên xwe ne.

 

Li gor zanyariyên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî, hewlên derxistina 13 gorên bi kom ên gundê Koço dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst